Sermayeya jinên Rojhilata Navîn digihe 1 trilyon dolaran

Li gor raporeke grûpa Şêwirmendiya Boston, jinên Rojhilata Navîn li dewlemendbûnê de berdewamin û serwet û samana wan heta sala 2023 yek trilyon dolaran derbas dike.
Raporê eşkere kiriye ku sermayeya jinên li seranserê cîhanê li geşbûnê daye, di demek da karsaz û kompanya hewl didin li saziyên xwe de cûdahiya li navbera nêr û mê da nehêlin.
Niha % 32ê giştiyê sermayeya cîhanê ji aliyê jinan ve tê birêvebirin û tê çawerê kirin ku li sala 2023 da bigihe % 34 û sertir.
Bi giştî sermayeya Rojhilata Navîn 6 trîlyon dolare. ٪ 13ê wê samanê ku dike 800 milyar dolar ji aliyê jinan ve muamele pêve tê kirin. Di demek da beşa zilaman zêdetire ku 5 trîlyon dolare, lê belê tê pêşbînî kirin sermayeya jinan li Rojhilata Navîn sê salên pêş de geş bike û bigihe yek trîlyon dolaran.
Li rûyê geşbûna aborî ve, Suudiye li pêşengiya welatên Rojhilata Navîn da dike û beşa jinan li sermaye ya wî welatî dike nêzîkî 225 milyar dolar. Îmarat li pleya dûyem tê û zêdetirê 100 milyar dolar sermayeya wî li bin destê jinan daye.