Kultur

Nîgarkêşeke navdarê Kurd li Moskowa koça dawî kir

Nîgarkêşê navdarê Kurdê Rûsya Qulîxan Memêdevîç Jaboyêv li temenê 72 salî da koça dawî kird. Qulîxan Jaboyêv nîgarkêşê hevdem ya li ‌sala 1948 li Tiblîsê paytexta Gurcîstanê li malbateke Kurd ji dayikbûye, malbata wî piştî karesata komkujiya sala 1915 ku li tirkiye rûda, wekî gelek malbatên dinê Kurdan ji tirkiye bi cîh hiştin û çûne Gurcistanê.

Bi dirêjahiya jiyana xwe de Qulîxan zêdetirê 150 tabloyan kêşaye, Endamê Federasyona Navdewletiya Nîgarkêşên ser bi ‌rêxistina Unesco bû, her wiha yekem Kurde ku berhemên wî li bi nav û dengtirîn galeriyên Rûsya, ya bi navê Galeriya Trêtîkov ya li bajarê Moskowa li gel tabloyên nîgarkêşên navdarên Rûsya û cîhanê hatiye helawêstin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button