ROJNAMEYA KURDISTAN / SABRÎ VESEK

([email protected])

Rojnameya Kurdistanê, rojnameya yekemîn ya kurdî ye.

Rojnameya Kurdistan di 22ê Nîsana 1898an de,  ji aliyê Miqdat Mîhdet Bêdirxan ve hat weşandin. Rojnameyê, li paytexte Misirê li Kahîreyê dema ku ew sirgun bû dest bi weşana xwe kir.

ROJNAMEYA YEKEMÎN YA KURDÎ “KURDISTAN” PÎROZ BE…

Hîç şik tune ye ku weşandina Rojnameya Kurdistanê, xebateke neteweyî ya kurdî û rewşenbirîya Kurdistanê bû.

Rojnameya kurdistanê di, dîroka weşangerî û rojnamegerî ya Kurdistanê de mîladeke û gaveke gelek mezin û xebateke gelek pîroz e.

Loma jî roja destpêkirina weşandina Rojnameya Kurdistanê wek cejneke neteweyî tê xemilandin û pîroz kirin.

Ev roja weşana Rojnameyê Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê û hemû dezgeh û rêxistinên Kurdistanî ve tê pîroz kirin. Ji bona wê rojê, semîner, panel, konferans tên pêşkêş kirin Xelata rojnamegerî û weşangerî tên dayîn.

Wek tê zanîn rojnamegerî û weşangerî di jiyana neteweyan de û di xebata rizagarîxwaz û serxwebûna neteweyan de xwediyê roleke mezin in.

Rojnameya Kurdistanê jî, di Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê de xwediyê rolekî mezin e

Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a 1847’an, Dewleta Osmanî Bedirxaniyan sirgunî Qahîreya paytexta Misirê dike. Miqdat Midhed Bedirxan Beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina rojnameya Kurdistan, dest pê dike.

Miqdad Mîdhed Bedirxan bi  xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên: “Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”

Ez Rojnameya Kurdistanê û xwediyê wê Miqdad Mîdhed Bedirxan Beg pîroz dikim.

SABRÎ VESEK Çû SER DILOVANIYA XWE…

Heval û dostên min ê hêja Sabrî VESEK  duho (11 Hezîran 2020) di derengiya şevê û saet 22.00an de  li Diyarbekîrê jiyana  xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe..

Dost û hevaltiya min Sebrî Vesek, 50 sal e. Em ji nêzik de dost û heval bûn.  Beriya demekê ku ew jiyana xwe ji dest bide, me bi hev re bi telêfonê dûrûdirêj qise kir.

Ew di despêke salên 1960î de di nav tevgera Kurd de ye. Ew kurdekî sosyalîst û demokrat bû. Ew kurdperwerekî gelemper bû. Ji bona wî îdeolojî ne girîng bû. Însanbûn û kurd bûn girîng bû.

Di navbeyna me de dem-dem di gelek mijaran de minaqeşe jî dibû û di gelek mijaran de me wek hev jî nedifikirî, lê vê yekê hîç wextekî dostaniya me xirab ne kir.

Sebrî VESEK, di 7ê Nîsan a 2020an de gelek xemgîn bû. Lewra Jina fedekar, kurdperwer, ximetkara dost û hevalên Sebrî Vesek Hulya Xanê jiyana xwe ji dest da.

Jina delal û fedaker Hulya Xanê em gelek xemgîn kirin. Diyar e ku Sebrî Vesek soz dabû wê ku dê zû biçe cem Hulya Xanê. Wî jî encama nexweşiya koronavîrûsê jiyana xwe ji dest da. Ew di cejna xemgînî ya Hulya Xanê de nexweş ket.

Me dema en dawî qise kir, derfeteke me ya dirêj bû. Loma jî me ji gelek mijarên rojane û yên dîrokî  û bîranînê me yên mişterek qise kir. Min ji xebata xwe ji wî re qal kir, ew kêfxweş bû. Wî got ku “ez te ji nêzik de dişopînim. Sipas ji xebata te ya pîroz re.”

Sabrî Vesek carek din centîlmeniya xwe nîşan da.

Min ew di Zîndana Leşkerî ya Diyarbekîrê ya dema Derbaya Leşkerî ya di sala 1971an de ji nêzik ve nas kir.

Ew jî, ji Cizîrê bi Şerafeddın Elçî, ji Silopiyê Abdûlkadîr Axa Okten, Xûrdşîd Axa, Tahir Okten, Ramazan Haşîmoğlu, Mele Şebab Bîlgîç û Egît Tanrikûlû ve ji Tevgera Dr. Şivan û PDKTê hatibûn hepis kirin.

Ew di hepsê de zêdetir nêzikî kurdên sosyalîst û hevalbendên Partiya Karker ya Tirkiyeyê û Dr. Tarik Zîya Ekîncî û hevalên wî bû.

Wî hepis bi moral qedand. Kenê wî moral dida hemû mahpûsan.

Piştî ku em ji hepsê derketin û dema ku ez ji bona xebata kurditî diçûm Herêma Cîzre Botan ez her dem mêvanê wî bûn.

Wê demê ez berpirsiyarê Tevgera Rizgarî bûm. Ew jî endam û hevalbendê KÎP/DDKDê bû.

Birayên wî rehmetî Dr. Ismaîl û rehmetî Bahadîn (BAHO) wê demê biçûk bûn. Ew xizmetkarê mêvanên birayê xwe yê mezin yên kurdperwer bûn. Hezar mixabin Kek Sebrî Vesek ew du birayên xwe jî zû wenda kirin.  Dr. Ismaîl Vesek di xizmeta xwe ya kurdewarî de navdar bû.

Birayê wî Ata li Enqereyê dost û hevalekî  me yê baş bû. Ew xebatkarekî Tevgera Rizgarî bû. Hezar mixabin encama nekokiya siyasî û eşîretî ya herêmî di ciwantiya xwe de dema li Cizîrê doxtorê diranan bû, hat kûştin.

Loma Sabrî  Vesek ji gelek aliyan ve pirr êşiya. Dîsa jî ew mıirovekî xurt û zexm bû ku heta îro jiyana domand. Wî jiyana tehl ji bona xwe  şêrin kiribû(!).

Birayê wî yê mezin Tahîr Vesek kesekî  “beyefendî” bû. Her kurdekî ji Tahîr Vesek  hez dikir û ji wî re rêz digirt. Wî di salên 1984-1989 de wek serbixwe serokê Şaredariya Cizîrê bû.

Sabrî  Vesek jî  di sala 1977an de serokê şaredariya Cizîrê bû. Piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî ji seroktiya şaredariya ew û Mehdî Zana hatin girtin û hatin hepis kirin. Yanî cûntaya ji wî jî gelek hez dikir.  Wî jî wek her kurdekî gelek êşkence dît.

Ew ji malbeteke aîstokrat  bû. Ew lawê Newaf axa bû. Malbata wan  di xizmeta doza neteweya kurd de bû.

Piştî ku ez ji Ewrûpayê vegeriyam Kurdistanê jî, dostaniya me wek berê û hestên berê dom kir. Piştî ez vegeriyam di destpêkê de ji bona sersaxiya herdu birayên wî Ata û Baho ez çûm seredaniya wî.

Min di wî de guhertinek negatîf  nedît. Ew dîsa gelek bir moral bû û Li jiyanê gelek hoşbînî dinêrt.

Em bi hev re dema ku Dr. îsmaîl Vesek jiyana xwe dest da wexteke baş derbas kir. Derfet bû ku ew qala hepisxaneyê û demê em ne li Kurdistanê bûn û  Bûyerên hatibûn serê wî û malbata wan û Cizîrê anî ser zimên. Loma em carna xemgîn dibûn û carna jî kêfxweş dibûn. .

Ew ji nêzik ve dostekî Mam Celal Talabanî bû. Lê di demên dawî biçek pêwendiyên wî Mam Celal Talabanî nebeş bû.

Wî ji Serok Mesûd Barzanî jî gelek hez dikir û ji wî re rêzgirtî bû.

Piştî salên 1975an di derbarê Tevgera Başûrê Kurdistanê û bûyerên li wir qewîmîne de gelek minaqeşeyên me bûn. Heger derfeta min bû, ezê di bîranînê xwe de wan mijaran jî binivîsînim.

Ew bavê Hoşeng, Pirşeng, Zana, Tavda, Dijwar, Evînê ye. Xebata wî vala neçû. Wî zarokên delal û kurdperwer têgihandin û xist xizmeta Doza Kurd û Kurdistanê.

Divê ew baş bizane ku zarokên wî yên delal dê ciyê wî tijî bikin.

Sipas ji wî re.

Min di van şertan de bes  wî li nexweşxaneyê xatir xwest. Min nikarî biçim Cizîrê. Li şîna wî runim. Loma jî ez gelek xemgîn im.

Ez baş dizanim ku ew nûha li cem jina delal û fedekar Abla Hulyayê û şehîd û serokên Kurdistanê ye.

Ez ji bona malbata VESEKAN, dost û heval û hezkirên  Sabrî Vesek û malbata wan, kurdperweran û  neteweya kurd sersaxî dixwazim.

Diyarbekîr, 19. 06. 2020

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Nerîna min :