Civak

Serkirdeyê PDK-Sê Xalid Derwîş di temenê 55 saliyê de koça dawî kir

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, Xalid Kemal Derwîş koça dawî kir.

Îro Înê 7 Adara 2025an, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Xalid Kemal Derwîş li nêzîkî Hannover li Elmanya di temenê 55 saliyê de koça dawî kir.

Derwîş di sala 2011an de gihiştibû Elmaniya û ji wê demê ve li gel malbata xwe li wir dijî.

*Xalid Kemal Derwîş.. Jiyaname

Di sala 1970 de li bajarê Qamişlo ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.

Xalid Kemal Derwîş, hilgirê bawernameya Bekaloriya bû, xêzandar e û 3 zarokên wê hene.

Di kongira 12emîn a PDK-Sê de sala 2023an, Xalid Kemal Derwîş bû endamê Komîta Navendî ya Partiyê.

Back to top button