Cîhan
Şerê navbera Alewî û hêzên HTŞê de geş dibe

Di şerê li devera kiraxê Behra Spî li sûrî navbera alewî û hêzên HTÛê de geş dibe. Di şerê ji doh ve destpêkirî de zêdeyî 70 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket.
Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di van şer û pevçûnan de herî kêm 70 kes hatine kuştin.