Nivîsar

Serkevtina pêvajoyê serxwebûne

Piştî DAÎŞê Musul vegirtî li Iraqê proseseyek nû destpêkir. Sinorên Kurdistanê ji nûve hatin danîn û ew sinor di bin kontrola pêşmerge de ne. Kurdan û Malikî bi tu awayî li hev nekirin. Eve demek e kurd ji Bexdayê veqetayîne.

Hemû hevdîtinên li gel Bexdayî hatîn pêkanîn tu encam neda. Kurdan jî bi firotina petrolê bersiva Bexdayê da.

Piştî bûyera Musilê şîe li ser seneryoyên cuda disekinin. Hêdî Şîe,Sune û Kurd jî dixwazin Iraq bibe sê beş. Kurd ji bo ragihandina dewleta xwe israr dikin û siyaseta navdewletî de vê yekê vekirî dibêjin.

Lê Amerîka dîtina xwe guhertiye û niha di vê pêvajoyê de dijê ragihandina dewletek Kurdî ye. Piştî serdana serokwezîrê Amerika ya Bexda û Hewlêr ev pirs hatin gotubêj kirin.

Ji xwe Kerry dixwest li Baxdayê hevdîtinê li gel desthilatdariya Kurdistanê bike. Lê serokê Kurdistanê ev yek qebûl nekir û Kerry hate Hewlêr. Niha jî serokê Kurdistanêli ser ragihandina dewletek Kurdî û ji bo qebûlkirina vê yekê heyetekî rêdike Amerika. Kurd dê peyama xwe ya dawî bighînin Amerikayê.

Serokwezîrê Kurdistanê serdana Enqere dike û vê pirsê li gel Enqere jî gotubêj dike. Eger Enqere naskirina ragihandina dewletek Kurdî li Iraqê razî bibe kurd xwe li hêviya Amerîka nagirin.

Di vê pêvajoyê de pîvana serkevtina Kurdan du beşin.

1.Sinorên ku niha Kurd lê dijîn hemû di bin kontrola Peşmergeyan de ye. Ev yek welê bimîne ji bo Kurdan serkevtineke. Ji ber ku madda 140ê pêktê û sinorên Kurdistanê têne kifşkirin. Ev yek pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrde jî kêm dike.

2. Kurd encama vê pêvajoyê de dikarin dewleta xwe ragihînin. Ev yek dibe serkevtinek mutlak  ji bo Kurd û Kurdistanê.
Niha çavê cîhanê li vê qonaxêye ka gelo dê encam çi bibe.

Herkes dua ji umeta xwe re dike. Ji bo vê yekê jî yekitiya Kurdan di vê pêvajoyê de li ser bingehê ragihandina dewletek Kurdî çêbibe gelekî girîng e.

Her yekitiyek divê armancek xwe hebê. Di vê pêvajoyê de ji bo kurdan armanca herî pîroz ragihandina dewleta Kurdiye. Ev yek dibe deman destxistina mafên Kurdan li hemû deverên cîhanê û beşên din.

26.6.2014
Dara Bilek

Back to top button