Cîhan
Wezîrê derve yê Birîtaniyayê serdana Hewlêrê dike
Wezîrê derve yê Birîtaniyayê William Hague dê serdana Bexdayê bike û ji wir dê sibê serdana herêma Kurdistanê bike û dê li Hewlêrê digel serokê Kurdistanê û serokê hikûmeta Kurdistanê û berpirsên din yên herêma Kurdistanê bicive.
Li gor Rûdawê, wezîrê derve yê Birîtaniyayê dê sibê serdan Hewlêrê bike û dê digel berprisên herêma Kurdistanê bicive û rojeve serke ya civînan dê li ser kirîza Îraqê be.
Weke tê zanîn berî 3ê rojan wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry jî serdana Hewlêrê kir bû û digel serokê Kurdistanê û berprisên herêma Kurdistanê civiya bû.