Polîtîk

Serkeftina Kurdistanê ji çanda pêkve jiyanê tê

Îro çarşem 26/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Karl Ernest Brawner Cîgirê Wezîrê Bazirganiya Derve ya Elmanya û şanda li gel kir ku ji hejmarek bazirgan û veberhênerên Elmanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku birêz Sînan Çelebî Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê amade bû, Cîgirê Wezîrê Bazirganiya Derve ya Elmanya xweşhaliya xwe bi vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku nivîsîngeheke Pêwendiya Pîşesazî û Bazirganiya Elmanya li Herêma Kurdistanê vedikin ku bi mebesta rêya veberhênan û bazirganên vî welatî xweş bikin ku bêne Kurdistanê û têda kar bikin û vê aramiya Herêma Kurdistanê jî vegerand li ser siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî ku bûye sedema wê yekê ku Elmanya hizra vekirina nivîsîngeheke wiha bike ku eve jî nîşana wê yekê ku ev welat girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û vekirina hêla asîmaniya di navbera Frankfurt û Hewlêrê jî bi hengavêkî erênî ji bo xizmet kirina geştiyaran û tevgerên bazirganiya li navbera Herêm û Elmanya da nîşan da.

Serok Barzanî bixêrhatina Cîgirê Wezîrê Bazirganiya Derve ya Elmanya û şanda li gel kir û xweşhaliya xwe bi vekirina vê nivîsîngehê derbirî ku bi piştgiriya Konsolxaneya Elmanya dikarê‌ xizmetê bi bazirgan û pîşesazên her du aliya bike û ragihand ku gelê Kurdistanê rêzeke mezin ji bo gelê Elmanya heye û dixwazê pêwendiyên li gel Elmanya berev pêştir bibe.

Li bersîva pirsiyarekî Cîgirê Wezîrê Bazirganiya Derve jî ku nihêniya serkeftina Herêmê li çi de xwe dibînê, Serok Barzanî ragihand ku nihêniya vê serkeftinê vedigere li ser çand û kultura gelê Kurdistanê ku xwedî çanda pêkve jiyane û her kesek jî azade li birêvebirina bîr û baweriya xwe ya olî û netewî û mezhebî û li vî warî de hest bi tu hesasiyetek nakî ku li cihên din da heye. Ji bo wê yekê ev aramiya ku derfetek ji bo we çêkiriye ku bêne Kurdistanê vedigere li ser wê çand û kultura bi mînakî.

Back to top button