Polîtîk

Dadwerên Elmanî serdana Kurdistanê kirin

Îro çarşem 26/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilinda Dadwer, Pispor û Yasanasên Elmanya kir ku ji Dr. Enko Rech Serokê Dadgeha Têhelçûna li bajarê Duseldorf û Dr Luender Bush Pispor li warê dadperwerî û Dr Bernad Shayf Serokê Dadgeha Munishn Gladbax pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, Dr Enko xweşhaliya xwe bi berqerariya yasa û dadperweriya li Kurdistanê derbirî û ragihand ku çend saleke li Kurdistanê kar dikin û destkeftên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Dad bilind nirxand, bi taybetî bi warê serweriya yasa û dadperwerî da û amadehiya şandê jî xiste rû li bi navê pêşxistin û pêşxistina kiryarên yasanas û dadperweran û belavkirina rewşenbîrî yasayî û encamdana semînareke taybet bi yarmetîdana qurbaniyên rejîma berê û her wiha yasaya veberhênan û yasaya peymangeha dadwerî.

Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvan û destxweşiyê li hewldana wan kir û piştgîriya xwe jî ji bo karê wan dûpat kir û tekîd jî li ser hiştina serbixweyiya yasa kir.

Back to top button