Polîtîk

Sara: Pirsa kurd û pkk-ê tevlîhev nekin

Kopenhagen – Piştî berpirsiyarê Roj TV yê li Danîmarka Maounuchehr Zonoozi, di derbarê Roj Tv û PKK-ê de hinek daxûyanî dayîn medya Danîmarkî, rewşa kurda li Danîmarka hate rojevê û li vî welatî pirsa kurd û rewşa kurdan, ji aliyê siyasiyan ve tê gengeşe kirin.

Li ser vê yekê endamê parlementoya Danîmarka ya kurd Sara Çekiç daxûyaniyek da û gote: “ Danîmarka pirsa kurd û PKK-ê tevlîhev dike. Lê eger siyastvanên Danîmarkî pirsa kurd ne girêdayî PKK-ê bigrin dest dê rewş çêtir bête têgihandin. Dema pirsa kurd û ya PKK-ê tevlîhev dibe di gelek cihan de pirsa PKK-ê dibe asteng.“

Parlementera partiye sosyalist a gel Sara Çekiç berdewambûna daxûyaniya xwe de ragihan ku, niha wezîrê dad Lars Berfoed, komisyonek avakiriye da ku lêkolînê bikin ka ev pereyên ji bo Roj TV hatîn terxankirin ji kû derê û çewe hatine. Ez bawerim ev hewldana wezîrê dad dê encamekî bide.

Parlementera kurd got ku, pirsa kurd başqeye û pirsa PKK-ê başqeye divê ev ferq bête dîtin. Herweha da xûyakirin ku, niha li Tirkiye di derbarê pirsa kurd de hinek gavên baş tên avêtin.

Back to top button