Ekonomiya cîhanê sinyalên xirab didin
Sala 2008-ê dezgeha Lehman Brothers iflas kir û ekonomiya cîhanê tevlîhev bû. Cîhan hemî bi awayek ket di bin bandore rewşa ekonomiyek xirab. Gelek welatan şirket hatin girtin, li gelikan jî ji bo bikaribin jiyana xwe ya kar berdewambikin bi sedan û hinekan jî bi hezeran karker ji kar avêtin. Rewşa aborî û tengasiya cîhanê rojane bandora xwe li ser jiyana xelkê kir. Eve du salin pi¨tä tengasiyek mezin, hêdî rewş berbaşîyê ve diçû. Lê rewşa ku Yunanistan pêyda bûyî cardin bû problemek mezin taybetî ji bo welatên Yekitiya Ewropa.
Hêja çareseriyek temamî ji bo Yunanistan nehatî dîtin, xeberên ekonomîk yên ne xweş vê care ji Ispanya hatin. Li gora pisporên ekonomiyê rewşa hinek welatin din jî yê Yekitiya Ewropa ber bi xirabiyê ve diçe.
Niha problema di navbera Koreya Başûr û Bakur de destpêkirî, rewşek din li cêhanî peyda dike. Koreya Bakur fermana amadebûnê ji şer dayê lêşkerên xwe. Li himber vê yekê rewşek gelek hesas pêyda bûye. Ev yek jî di cihde bandora xwe li ser piyasa cîhanê da xûyakirin. Niha Borsa li gelek welatan tevlîhev bûye. Rewşa ekonomik cardin sinyalên xirab dide.