Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartin xilasbûn.Wek tê zanîn  di pêvajoya hilbijartinan de gelek gotubêj hatin kirin, piraniya propagandeyên hilbijartina li ser bingehek  dezenfarmasyon û derewa hate rêvebirin. Her aliyekî ji bo serbikeve her rêyek ji bo xwe mûbah dît.

Di dawiyê de AKP,Erdogan û Tifaqa Cumhur serketin destve anî. Erdogan cardin bû serokkomar,Tifaqa Cumhur di parlementoyê de piranî destve anî û xalek gelek girîng ew bû ku, HUDAPAR jî bi 4 kesan di listeya AKPê de kete parlementoyê de. Ketina HUDAPARê ya parlementoya Tirkiye de ji bo pirsgirêka Kurd  jî girîng e. Dê pêşerojê de bê dîtin ku, ka gelo dê ketina HUDAPARê ya parlementoya Tirkiye çi bandorê li pirsa Kurd bike.

Serkeftina Erdogan û Tifaqa Cumhur li gel xwe kêşeyek mezin kir di nava Tifaqa Milet,CHPê û HDPê de jî.

Tifaqa Milet belav dibe, CHP li hevket hemû endamên rêveberiya CHPê îstifa kirin, niha dê demek herî nêzik de kongreya xwe bicivîne û gelek klik ji nihave ji bo serokatiya CHPê kar dikin. 

Ji aliyek din HDP jî cara yekem e bi awayek eşkere di nava xwe de li ser encama hilbijartina û taybetî li ser ne serkeftina xwe gotubêja dikin.Îdolê HDPê Demirtaş vekirî rexne li rêveberiya HDPê dike û bi awayekî xwe ji siyaseta çalak da aliyekî. Qendila ku bi hemû imkanên xwe pişgirî dida Kiliçdaroglu bê den maye û nizane çi bêje. Gelek kes di nava CHPê de dibêjin ji xwe Qendil serê Kiliçdaroglu xwar.

Ji aliyê Kurdan ve bê dengî heye, lê gerek Kurd baş tê bigihin ku, hêdî HDP roj bi roj ji pirsa Kurd dûr dikeve û dê pêşerojê de bibe partiyek marjinalê çepên Tirka. Ji aliyek din ve çarenûsa Selahatin Demirtaş jî dibe wek a Leyla Zana û Osman Baydemir û gelek kesayetên din. Hêvî ewe ku, kesên di nava HDPê de Kurdin û pirsa Kurd diparêzin vêca rastiya HDP/PKKê û siyaseta Tirkiyebûnê bibînin û rêyekî ji xwere hilbijêrin û berê xwe bidin xetek netewî.

Têkçûna hegemonya HDPê û şikestina bandora PKKê li ser Kurda ,dê rêya Kurda veke û Kurd dê behtir bikaribin li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. PKK û hemû rêxistin û siyasetên girêdayî vê siyasetê di rêya destkeftiyên mafê netewî yên Kurdan de asteng e. 

Nêrîn / Şirove

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: