Polîtîk

Serhildana berî 22 salan

 

Bi minasebeta 22 saliya serhildana gelê kurd li başûrê Kurdistanê, serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê peyemeke pîrozbahiyê pêşkeşi kurdistaniyan dike  û ev li jêr teksta wê peyamê ye:

Îro em bîranîna rojeke mezin a dîrokî ku bû sedemê werçrxaneke mezin di dîroka bizava rizgarîxwaza gelê Kurdidstanê de, dikin. Ew jî serhildana şikodara adara sala 1991ê  ye ku, cemawerê gelê Kurdistanê û pêşmegeyê qehreman, destpêkê li Raniyeyê, deriyê serhildanê, û pişt re li sertaserî herêma Kurdistanê li dijî zolim û sitemê serî hilda.

Serhildana cemawerê Kurdistanê bû hêvênê azadî, demokrasî, hilbijartina parlamentoyê û damezrandina hikûmeta herêma Kurdistanê û ji encamê kar, xebat û xemxorên gelê me, îro herêma Kurdistanê bûye mînaka azadî, demokrasî, pêkvejiyan, pêşkeftin û îsîtqrarê li deverê.

Bi vê minasebeta pîroz, em bi germî pîrozbahiyê li tev kurdistaniyên ezîz dikin û em careke din tekîd dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona wan armancan dixebite yên ku hevwelatiyên Kurdistanê 22 salan beriya nuha ji bona wan armancan serî hilda bû. Silav û rêz bo giyanê pakê şehîdên serhildanê û tev şehîdên Kurdistanê ku, destkeftiyên îro bi xêra xwêna wan bi dest ve hatine.

Em hêvîdar in ku, ev minasebeta pîroz bibe hokarê zêdetir pêşveçûna tecrûbeya me, yekrêzî û yekdengiya tev hêz û pêkhatên Kurdistanê.
Bilind û pîroz be bîranîna 22 saliya serhildanê, silav bo giyanê pakê şehîdên serhildanê û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.


Serokatiya civata wezîrên Kurdistanê
04.03.2013

 

Back to top button