Rezoyê Osê di bîranîna sêyemîn de

Dema min xwe amade dikir ko reşbelekekê di bîranîna sêyamîn ya Xwedê lê xweş be Rezoyê Osê de binivîsim, ez li hevpeyvînek e torevanî bi pênûsa helbestvan Konê Reş ko di malpera Welatê Me de hatibû weşandin rast hatim.
Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê hinekî ez dilsar kirim!!.
Gelo çima?

Di berdewamiya xwendina wê hevpeyvînê , min kêmasiyek dît, ko ez ne di wê bawerîyê de bûm ko bi taybetî ew kêmasî ya vî nivskarî be.
Nivîskar bi ferehî hevpeyvîna xwe berdewm dike ta ko dibêje:

….Tevî vê qedexebûnê jî, wan ” Mebest jê nivîskaran” di tev cureyên edebê de nivîsandine û gelekan ji wan xwe bi berhemên xwe berz kirine û nav û deng dane wek: Helîm Yûsiv, Fewaz Husên û Jan Dost di romanê de.. Ehmedê Huseynî û Tengezarê Marînî di warê helbestê de.. Deham Ebdulfettah, Berzo Mehmûd û Derwêşê Xalib di warê ziman de..Mehmûd Sebrî, Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Heyder Omer û Ez di warê Lêkolîn û nivîsên têvil de…..

Malava, ma wilo ye ko te zû zû Rezoyê Osê û ked û xebata wî di warê nivîsandin, hûnandina helbestan, lêkolîn, rexne û fêrkirina zimanê kurdî bi kû derê de bê ser û şop berdaye.

Ew berhemên bi naverokên xwe dewlemend û giranbuha wek: Pênc çîrokên kurdî gelêrî yên zarokan.
Dîk-dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê û Finda Şemal.
Herweha dîwana helbestan ya bi navê: Kevoka Min.

Sê pirtûkên ko anha li bajarê Diyarbekrê ji aliyê weşanxaneya Lîs ve li ber çapê ne. Xilmaşî.Tûjik. Merganê.
Pirtûka kurteçîrokan ya bi navê Civîna Pêlavan ji weşanên weşanxaneya Lîs. Diyarbekir. Kewçêr 2011.
Pirtûka bi awayê rexne: Uzunname . Rexna Li Rexnê, ew jî li Diyarbekrê li ber çapê ye.

Piştî vê raxistinê, qey ne ji mafê me ye ko bipirsin:

Gelo bi hûnandina pirtûkeke helbestan Rezo nabe Helbestvan?.

Bi nivîsîna van her pênc pitûkên zarokan Rezo nabe Çîroknivîs?.

Bi çapkirin û weşandina çar pirtûkan Rezo nabe Nivîskar?.

Bi nivîsîna pirtûka rexneyê, Rezo nabe Rexnevan?.

Bi nivîsîn û weşandina lêkolîn, rexne û gotaran di nava rûpelên kovar, rojname û mihrecanên çandî de, Rezo nabe xwediyê roleke giring di rêza torevanên kurd de?.

Bi fêrkirina zimnê kurdî, ko Rezo di cîgehên teng û veşartî de xwendevanên xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî dikirin, Rezo nabe mamostayê hînkirina zimanê kurdî?.

Ma gelo ne zimanzan bû?
De ka emê bersiva van pirsan pispêrin raya xwendevanên birêz.
Rezo.. Xweş bawer be hîna cihan ji wefadarî û wefadaran vala ne bû ye.
Hevalên pênûsa te, xwendevanên nivîsînên te, şagirtên te yên fêrkirina zimanê kurdî di cîgehên teng û veşartî de û guhdarên dengê te, bi tu awayî te ji bîr nakin û her û her tê di hiş û bîra wan de bimînî û wê bi te re her wefadar bin. Wek wefadariya te ji milet û zimanê kurdî re.
Rezo bi hatina bîranîna te ya sêyemîn. Ez bi bawerî û bi dilgermî dibêjim: Rezo, tû nayê ji bîr kirin û tê di azmanê rewşenbîrîya kurdî de her zindî bimîne.
Çima?

Çiko berhem, ked û xebata te her dem şahidên rastgo ne, ji wan bîr û baweriyên te re.
De bi aramî li goristana gundê Dekşûriyê raze
Delşûrîya ko her û her tu evîndarê xaka wî bûyî.
Seyda Melayê Cizerî dibêje:
Gazindeyan ji kê kim, ji kê bikim şikayet.


Samî Ehmed Namî

Stockholm. 2013.03.04

Nerîna min :