Şerê Şemzînan şerê kiye

Eve zêdeyî deh rojin li devera Şemzînan di navbera arteşa Tirk û çekdarên PKK-ê şerek dijwar heye.Carcaran ev şer belavtir dibe. PKK-ê bi armanca çi dest vî şerî kir û bi awayek giranî heyîn û mayina xwe kir di vî şerî de nekariye ji raya giştîre bide xûyakirin.
Ji aliyên din ve dewleta Tirk bi hemû imkanên xwe bi giraniyek mezin li deverê şer dike. Dewlet di vî şerî de her çekên ku di destan de kar tine. Dever bûye qada şer, bi hezaran gundiyan ji dev malên xwe kar û emelên xwe berdane. Xûsara dibe li milêtê kurd dibe. Wek din çi berjewendiya tevgera kurd a azadixwaz di vî şerî de heye kesek nizanê.
Eger PKK-ê dijê dewletê stratejiya xwe û armancên xwe yên siyasî guhertibin, mesela hêdî doza serxwebûna Kurdistanê yan jî federalizmê dikin û bawer dikin ku rêya destxistina van daxwaziya tenê şer e tiştekî mirov bêje namîne.
Lê rijandina xwîna zarokên kurd ji bo armanc û siyaseta hinek hêzan di herêmê de be, ev xirabiyek mezine û bi awayekî din şerê têkbirina berjewendiyên Kurdan bi xwe ye.
Niha çi rolê Îranê di vî şerî de heye? Kesek zêde behsê nakê. Mimkine hinek behsê bikin jî bê gotin ku “ ev propaganda dewletêye“. Çi girêdana vî şerî pêvajoya bûyerên li Suri re heye. Cardin gotin amadeye. “ Dewlet welê dibêje“
Dewlet çi bêje bila bêje, dewlet dewletek e ku bingehê wê li ser imha û inkara miletê kurd hatiye avakirin. Mirov dewletê tê digihe û li gora mecal û zanabûna xwe ji bo destkeftina mafên miletê xwe kêm zêde xebata xwe dike.
Lê dema nakokiyên di herêmê de bibe sedem ku mirov şerekî bike, hinge ev şer dibe şerê berjewendiyên aliyên din û tene zererê dide tevgera kurd.
Dewlet dibêje heta niha 115 çekdarên PKK jiyana xwe di vî şerî de ji destdane. Gelo kî hesabê xwîna van çekdaran dikare bide? Gelo ev xwîn ji bo çi diherike?
Ji aliyêk din PKK dibêje ku bi sedan leşker di vî şerî de hatine kuştin. Başe ev yek çi çareser dike? Kuştina gelektirîn insan dibê çareseriya çi? Ew kesên ku behsa aşitiyê dikin yan jî behsa kuştina xelkê dikin û pişgiriyê didin vî şerî ew ne rast dibêjin û li ser xwînê siyasetê dikin.
Çi bûyera biqewimê, çi guhertinek siyasî çêbibe divê li gora berjewendiyên netewî yên kurda bête nirxandin û li gora wê jî helwest bê dayîn. Wek din siyaseta dewletên dagirger di derbarê pirsa kurd de vekiriye. Li himber vê jî hêja ev dewlet bikaribin hinek aliyên kurda ji bo berjewendiyên xwe kar bînin ev jî trajediyek ya tevgera kurd e.
6.08.2012
Dara Bilek