Polîtîk
Emê bi 25 hezar leşkerî têketana Iraqê
Hîlmî Ozkuk, Serfermandarê Giştî yê berê, di derbarê tezkereya 1 Adarê a ku li meclîsê nehatibû qebûl kirin de, heta niha gotinên ku nehatine kirin eşkere kir.
Dibêje, “ger tezkereya 1ê Adarê a 2003 an bihata qebûl kirin, em dike têketana xaka Iraqê, bi 4-5 tugaya, yanê bi 20-25 hezar leşkerî. Jixwe hêzên me yen taybet ên li wir bûn. Wana jî dike bihatana teqwîyekirin. Seranserî sînor, bi taybet li ser qadên ku derbasî hebûn, herêmeke tampon me dike ava bikira.”
“Em dike demeke dirêj li wira bimana. Him derbasbûn wê hêsan bûbûya, him jî ku îcab bikira me dike operasyon li wira bidomandana. Em ê ji îro bêtir li hemberî PKKê bi awantaj bûna.”