Polîtîk

SHK: Êrîşên PKK ji bilî ziyanê ti fêdeya wan nîne

Serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên çekdarên PKKê li herêma Hekarî şermezar dike û diheman demê de dilgiraniya xwe li hember wan êrîşan diyar dike. Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe dibêje ku ew êrîşên PKK ji bilî ziyanê ti fêdeya wan ji bo pirs û berjewendiyên kurdan nîne. Serokê herêma kurdistanê dxwazê ji tev aliyan dike û agirbestê îlan bikin û rê li pêşiya xebatên çareseriya bi aşitî vekin.

Ev li jêr teksa daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê: 

Serokatiya herêma Kurdistanê li hember ew bûyerên vê dawiyê û şer û pevçûnên bi taybetî li herêma Herakrî qewmîne, dilgiran e. serokatiya herêma Kurdistanê êrîşên çekdarên PKKê şermezar dike û di wê baweriyê de ye ku, ew êrîş ziyanê digihînin pirs û berjewendiyên kurda,  ti fêdeya wan êrîşan ji bo kurda nîne û dibine rêgir li pêşiya pêngavên ji bo aşitiyê tên avêtin. 

Serokatiya herêma Kurdistanê careke din dupat dike ku, bi şer û kuştinê ti encam nabe, bi tenê pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike. Serokê herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû aliyan dike ku, agirbestê îlan bikin daku, rê li pêşiya çareseriyên bi aşitî vebe.

 

Dr. Umêd Sebah

Berdefkê fermî yê serokatiya herêma Kurdistanê

Back to top button