Rejîma Esad ber bi dawiyê ve diçe

Serokwezîrê Suriyê Riyad Hîcab, reviya Urdinê û tevlî muxalifên rejîma Esad bû. Hîcab, 2 mehe bûn ku hatibû ser peywira serokwezaretiyê.
Muxalifan diyar kir ku, ligel serokwezîr Hîcab, 2 wezîrên din jî reviyane. Wezîrê Darayê Muhammed El Cleylatî jî, hat îdiakirin ku, dema welêt terk dike tê girtin.
Televizyona dewleta Suriyê jî cih da nûçeyên serokwezîr û eşkere kir ku, Hîcab ji serokwezîriyê veqetiyaye. Piştî vê nûçeyê, televizyonê reva Riyad Hîcab jî eşkere kir û got, Hîcab reviyayî Urdinê.
Di televizyona El Cezîre de jî, li ser navê Riyad Hîcab daxuyaniyek hat xwendin. Hat diyarkirin ku, Hîcab, ji bo ku komkujiya Beşşar Esad protesto bike ji serokwezaretiyê veqetiya ye.
Di derbarê reva Hîcab de, serokê Konseya Neteweya Suriyê Abdulbasît Seyda jî daxuyaniyek da û îfade kir ku, ew helwesta Hîcab a teref guherandinê slav dikin. Seyda got, “rejîm êdî ber bi dawiyê ve diçe, ev destpêka dawiyê ye.”