Kultur
Ala Kurdistanê li Londonê di olimpiyatan de bû

Di Lîstikên Olîmpiyatên Londonê a 2012 an de, li paytexta Îngiltere, di merasîmê de ala Kurdistanê jî cih girt.
Wek her gelên bindest, gelê Kurd jî, dema di qada navneteweyî de, nirxeke Kurd û Kurdistanî dibîne, zêdetir kêfxweş dibe û serfiraziyê dijî. Di olimpiyatên ku li Londonê berdewam in, me ala Kurdistanê ligel ala Iraqê dît û em gellekî xweşhal bûn.
Di saleke dawiyê de, di çend organîzasyonên fermî yên navneteweyî de, navê Kurd û ala Kurdistanê me dît. Di fitbolê de, a ku li Filistinê hat lidarxistin, tîma fitbolê a Kurdistanê derkete gellek pêşbirkann û navê Kurdistanê danasîn.