Serê şaîrek jêkirin
Rojnameya The Guardian ya Brîtanya raporek di derbarê nûxwazên Îranê belavkir, têda wêneyên çend ciwaneke Îranî belavkiriye ku li girava Hurmuza Îranê li kenarê deryayê rûniştinê.
Wêneya ciwanek li torên civakî de ji aliyê Îraniyan ve sivikatiyeke zêde lê hatiye kirin, yek ji wan ku zêdetirîn sivikatî pê hatibû kirin wêneya Mêhdî Nîkbext, naskirî Bi Bêyî Tu ye ku şaîreke Îranî ye û beşa Felsefeyê xelas kiriye. Ew keseke naskiriye li edebiyata Îranê da û xwediyê komek şî’îre û herdem şî’irên xwe bi jenîna def û li kenarê avê derdiket û helbestên xwe dixwend.
Li gor rapora The Guardiyan berî çend mehan serê wî ji laşê wî hatiye birîn û serê wî jî danîne ser sîngên wî.
Medyayên Îranê dibêjin: Nîkbext roja 06.06.2020 ji aliyê yek ji hevalên xwe ve yê bi navê Mehsa ve ku destebirayeke wî ye tê dawet kirin ku biçê rez û baxeke li Semîrema Îsfehanê. Di destpêkê de red dike û nexwaze biçe lê Mehsa pêdagiriyê dike û dixwaze biçê. Li nîvê şeva yekşemê da, her li wê rez û baxê da tê kûştin.