Civak

Tirkiye li Başûrê Kurdistanê 81 cihên cûda bombebaran kir

Wezareta Berevaniya tirkiye destpêkirina operasyoneke mezin ya bi beşdariya firokeyên F16 yên li ser baregehên PKK li Başûrê Kurdistanê ragihand.

Li vê operasyonê de 26 firokeyên F16 yên tirkiye bombebarana Qendîl, Şingal, Mexmûr, Amêdî û Dêrelûkê kirin.

Li gor zanyariyên Wezareta Berevaniya tirkiye demjimêr 00:00 şeva derbasbûyî firokeyên cengî yên artêşa tirkiye bingeh û baregehên PKK li navçeyên Şingal, Qereçûx, Qendîl, Zap, Avaşîn, Basyan û Xwakurk bombebaran kiriye û li 81 armancên PKK bombebaran kirine.

Back to top button