Civak

13 milyar dolarên xalên tixûbî têne dizîn

Endameke Lîjneya Xizmetguzarî û Avadankirinê ya li Civata Nûnerên Iraqê ragihand: 13 milyar dolar dahatên xalên tixûbî têne dizîn.

Muzîr Xeys Elî Endamê lîjneya Xizmetguzarî û Avadankirinê ya li Civata Nûnerên Iraqê ragihand salane nêzîkî du milyar dolarên dahatê xalên tixûbî diçe xezîneya Iraqê, salane 13 milyar dolar dahatê xalên tixûbî tê dizîn û naçe nava xezîneya dewletê.

Endamê Lîjneya Xizmetguzarî û Avadankirinê li Civata Nûnerên Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir vekolînê ji çarenivîsa wê dahata xalên tixûban bike û aliyên siyasî ji xalên tixûban dûr bêxe.

Her wiha vê yekê jî ragihand lu dizîna vî pereyî di demekê daye ku welat bi egerên daketina bihayê neftê tûşî qeyraneke giran ya darayî daye.

Back to top button