Şerê Rûsya û Ûkraynayê diqede! Trûmp: Me bi Pûtîn re li hev kir..

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî. Trump ragihand ku wan li ser danûstandinên derbarê şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de li hev kirine. Trump diyar kir ku hevdîtina bi Pûtîn re wê li Erebîstana Siûdî be û got, “Em ê li Erebîstana Siûdî bi Pûtîn re hevdîtinê bikin. Welîehdê Erebîstana Siûdî Selman jî wê di hevdîtinê de cih bigire.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bi telefonê axivî. Trump got: “Me li hev kir ku em dixwazin mirina di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de rawestin. Me li hev kir ku tîmên me yên bi Pûtîn re demildest dest bi muzakereyan bikin.” Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku wî bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re pêwendiyeke telefonî ya dirêj kiriye. Trump diyar kir ku wan li hev kirine ku ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê dest bi hevdîtinan bikin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Me li hev kir ku em dixwazin mirina di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de rawestin. Me bi Pûtîn re li hev kir ku tîmên me tavilê dest bi muzakereyan bikin.”
Trump diyar kir ku hevdîtina bi Pûtîn re wê li Erebîstana Siûdî be û got, “Em ê li Erebîstana Siûdî bi Pûtîn re hevdîtinê bikin. Welîehdê Erebîstana Siûdî Selman jî wê di hevdîtinê de cih bigire.”
Piştî Serokê Rûsyayê Pûtîn, Serokê Amerîkayê Trump jî bi Serokomarê Ukraynayê Zelensky re bi telefonê axivî.
Trump di derbarê hevdîtinê de li ser platforma tora civakî ya Truth Sosyal daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Zelensky re pir baş derbas bûye.
Trump got: “Ew (Zelenskiy) jî wek Serok Pûtîn aştiyê dixwaze. Me li ser mijarên cûrbecûr yên girêdayî şer axivîn, me li ser civîna ku dê roja Înê li Munchenê were lidarxistin û cîgirê Serokomar J.D. Vance û Wezîrê Karên Derva Marco Rubio serokatiya şandeyê bikin axivîn. Ez bi hêvî me ku encamên vê hevdîtinê erênî bin.”
Trump bal kişand ser şerê Rûsya û Ûkraynayê bi tevahî mirin û wêrankirineke nepêwîst e û divê êdî ev şer bi dawî bibe û wiha got: “Xwedê ji gelê Rûsya û Ukraynayê razî be.”
Piştî axaftina xwe ya bi telefonê ya bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re, Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku wan bi Rûsyayê re li hev kirine ku ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê dest bi danûstandinan bikin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku bi Serokê Amerîkayê Trump re bi telefonê axivîn.
Zelenskyy got ku wan li ser îhtimalên pêkanîna aştiyê di şerê Rûsya û Ukrayna de axivîn.
Zelenskiy tekez kir ku wan li ser mijarên xebatê yên di asta tîmê de di navbera hukûmetên DYA û Ukraynayê de gotûbêj kirin, Zelenskiy agahdarî parve kir ku wan balefirên bêmirov ên Ukraynayê (UAV) û kapasîteyên din ên hilberîna nûjen gotûbêj kirine.
Zelenskiy diyar kir ku Trump der barê axaftina xwe ya bi telefonê ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re agahî parve kir û wiha dewam kir:
“Ukrayna ji her kesî bêtir aştiyê dixwaze. Em gavên xwe yên hevpar ên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ji bo rawestandina êrişên Rûsyayê û misogerkirina aştiyeke pêbawer û mayînde diyar dikin. Wek ku Serok Trump jî got, em vê bikin.”