Cîhan

Ji bo ku Danîmarka Kalîforniyayê bikire 200 hezar îmze hatin komkirin

Di 10ê Sibatê de, Danîmarkiyan daxwaznameyek da destpêkirin ku eyaleta Kalîforniyayê bibe herêmek Danîmarkî, wek bersiv li ser plana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo kirîna herêma xweser a Gronlandê, ku beşek ji Danîmarka ye.

Li Danimarkayê ji bo kirîna Eyeleta Koliforniya ji Amerikayê kampanyeke vekirin û îmze komdikin. Danimarkî kombûna îmzeyan de dibêjin: “Hûn dikarin California ji Donald Trump bikirin!” Hejmara kesên ku îmzeya xwe diavêjin roj bi roj zêde dibe.

Kampanyaya ku piştî ku Trump careke din daxwaza Gronlandê kir, dest pê kir û tê îdiakirin ku bi kirîna Kalîforniyayê, welat dê bibe xwediyê avhewayek çêtir, peydakirina avokado ya domdar û di sektora teknolojiyê de serwerî pêktê.

Dema ku tê pêşniyar kirin ku parêzgeh bi navê ‘Danîmarka Nû’ bê binavkirin, daxwaznameyê ev gotinên jêrîn hene:

“Los Angeles? Niha ew Los Angeles e! “Em bi ruhê hygge ya Hollywoodê re heval in, em ê li Beverly Hills riyên bisîkletê vekin û li her quncikê smørrebrødên organîk deynin.”

Back to top button