Nivîsar

Şerê PKKê ji bo astengkirina dewletbûna Kurda ye..

Eve demeke PKK bi hemû imkan û derdora xwe,bi rêxistin û partiyên xwe,dezgehên xwe yên legal û îlegal û bi hemû xhêza xwe ya medyayê êrîşê PDKê dike. Ne hevceye li ser sedama vê yekê bê sekinandin, sedem vekirî û eşkereye.

Herkes dizane ku, şereke li navbera Artêşa Tirk û çekdarên PKKê de li başûrê Kurdistanê heye. Ji sala 2013ê bi hemhengiya dewleta Tirk û Abdullah Ocalan çekdarên PKKê berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Ev yek heta sal 2015ê wek siyaseya Dewletê û Ocalan berdewam kir. Çekdarên PKKê li Başûr cih bûn, bi sedan gund ji bo kiryarên PKKê vala bûn.

Piştî demekî cardin Tirkiye biryara operasyona kir û êrîşê kampên PKKê li başûrê Kurdistanê kir.PKKê bingehên xwe radestî artêşa Tirkiye kir. Lê ji bo behtir ciwanên Kurd bêne kuştin wek şerek ku hemehengiyek di nava aliyan de heyî berdewam dike. Rastî armanca dewletê û PKKê ewe ku dewletbûna Kurda asteng bike. Ew siyaseta ku,lingek wan li başûrê Kurdistanê û lingê din li Enqere parlementoya Tirkiye de be, gelo çi siyasete û armanca wan çiye?

Niha gelek kes di vî şerî de bêdengiya PDKê rexne dikin. Bê guman eger kêmasiyên PDKê hebe gerek bê rexnekirin. Lê ev rexnekirin ne mafê herkesekiye. Ewên ku, ewil rastiya PKKê bêjin, behsa armanca PKKê ya qirêj û hevalbendiya wan ya dewletê û astengiya wan ji bo dewletbûna Kurda bike, bê guman xwedî mafe ku PDKê jî rexne bike. Lê ew aliyên ku, di vê derbarê de bê dengin, qet behsa rastiya PKKê nakin û tenê PDKê rexne dikin, ew bi xwe parsekên siyaseta PKKê ne. Melakin û di siyasetê de nikarin bibin xwedî helwest. Ne hedê van aliyane behsa PDKê bikin.

Parastina sinoran karê hukumeta federal a Iraqêye. Pasawanên sinor hene. Lê Pêşmerge jî Kurdistanê diparêzin û li himber hemû xeteriya li ser herêma Kurdistanê parêzvanên welatê xwe ne. Hukumeta Iraqê li gel Tirkiye peymenek berfireh pêkaniye û li gora vê peymanê PKK li Iraqê wek rêxistinek qedexe hatiye ragihandin. Lê hukumeta Iraqê bi rêya Heşda Şeibî li Şingalê miaşê çekdarên PKKê dide. Kesek behsa vê yekê nake. PKK bi xwe dijê hukumeta Iraqê bê deng e. Armanca xwe kirine êrîşkirina PDKê.

Armanca sereke ya PKKê li ger dewletên herêmê asteng kirina dewletbûna Kurdaye. PKK ji bo vê yekê li gel dewleta Tirk û hemû dewletên herêmê di nava pêwendiyan de ye. Lê Kurdistan û destkeftiyên netewî û herweha nûnêrê dewletbûna Kurdan PDK ji hemû leyiztikên PKKê propagandeya wan a li ser derewa hatî avakirin mestir e.

Kurd hemû ji siyaseta PKKê zererê dibînin. heta PKK serdestbe li bakurê Kurdistanê tu siyasetek din bi helwesta dualî û bê istiqrar nikare serê xwe hilde û pêşbikeve. Gerek ev rastî bê dîtin, tu aliyekî behsa siyaseta dewletbûna Kurda bikî aliyek din hêviya xwe ji bo parlementerekî yan jî şeredarekî PKKê ve girêbidî nabe.

Siyaset jî di vê bi ehlaq bê kirin…

Nêrîn/Şirove

Back to top button