Hevpeyvîn

Serdanan Barzanî dê tesîreke pozîtîv li ser pirsa kurd li Tirkiyeyê bike.

Bayiram Boziyel serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyan li bakurê Kurdistanê di dîdarek taybet da di gel rojnameya Evro diyar kir ku seredana serokê Kurdistanê bo Tirkiyeyê wê yekê ispatn diek ku Tirkiye êdî îtîrafê bi nasnameya kurdî dike.
Boziyel ev pêngav bi pêngaveke dîrokî wsif kir û got:

– Her wek dihê zanîn beriya niha rayedarên Tirkiyeyê çi demê behsa kurdan nedkirin û nedxwastin ku bi çi rengî peywendiyên fermî digel wan hebin, lê îro ji aliyekî ve konsolxaneya Tirkiye li Hewlêrê dihê vekirin û ji aliyekî din ve jî serokê herêma Kurdistanê bi rengekî fermî dihê vexwandin da seredana Tirkiyeyê bike. Ev hemû pênigavên gelek girîngin.

Serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiya di berdewamiya axaftina xwe de ev yeke jî diyar kir ku siyaseta hekîmane û di cih de ya serikirdayetiya kurdî kartêkirina xwe hebûye û ji ber hindê jî îro ji layê Tirkiyeyê ve sebaret bi herêma Kurdistanê gelek guherînên baş dihêne kirin û got:
 
– Ez bawer dikim ku piştî vê seredanê dê gelek guherînên baş dirust bibin. Dê wê tesîra xwe li ser geşepêdana peywendyên her du aliyan hebe û dê xizmeteka gelek baş ji çarekirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê re jî bike.

Boyizel di berdewamiya axaftina xwe de got:
– Serdanan Barzanî bo Tirkiyeyê dê tesîreke pozetîv li ser pirsa kurd li Tirkiyeyê bike. Em dizanin ku helwestên serok Barzanî di meseleyên neteweyî de gelek girîngin. Hemû kurdan rêz û hurmetek mezin ji helwestên serok Batzanê re heye.

– Niha pirsa kurdî li Tirkiyeyê piresek sereke ye. Êdî rayedarên tirkî jî dixwazin ku vê pirsê çareser bikin û tirk dizanin ku heta pirsa kurdî çareser nebe ew nikarin Tirkiyeyê ji gelek alozî û kirîsan rizgar bikin. Seredana serokê herêma Kurdistanê jî di vê qunaxê de dê kartêkirineke gelek baş, li ser hindê ku divê pirsa kurd bi rêyên siyasî û dîmokiratîk bihê çareserkirin de hebe.

– Em weke partiyên siyasî li bakurê Kurdistanê bi vê seredanê gelek kêfxweş in. Çunkî  vexwandina serok Barzanî bi rengekî fermî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve, dê tesîreke  gelek baş hebe. Ev yek wê jî nîşa dide ku êdî Tirkiye wek demên teamulê bi kurdan re nakin, Tirliye kurdan weke îradeyek siyasî qebul dike.

– Daxwaziya me jî ewe ku piştî vê seredanê êdî peywendyên her du aliyan di hemû waran de ber bi qonaxeka gelek baş biçin. Kurd bibin fakterek mezin û kartêker di siyaseta herêma Rojihelata Navîn de û ev yeke jî dê rêyên çareserkirina pirsa kurdî li parçeyên din yên Kurdistanê jî veke.

 

Back to top button