Bozyel: Şer, hewldanên ji bo safîkîrîna pîrsa kurd qels dike
Daxuyanîya Serokê Gîştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel bî vî awayî ye;
ŞER, HEWLDANÊN JI BO SAFÎKIRINA PIRSA KURD QELS DIKE.
DIVÊ ŞER WERE TERIKANDIN
Piştî gûhartinên li der û hundir, bi taybetî jî di encama tekoşîna bi bîryar ya gelên me ya sedsalî, Tirkîyê, derbarê pirsa Kurd de gîhîşt qonaxek girîng. Gelek tirs, xof û nêrînên hovane yên bi pirsa Kurd ve girêdayî li paş man. Di qada fermî de nebe jî, hebûna gelê Kurd di çarçoveyeke gelemperî de hate qebulkirin. Hewldanên demokratîk û aşîtîyane ji bo safîkirina pirsa Kurd geştir bûn û di encamê de hewayeke xweşbîn çêbû. Herweha wek dewamîya vê pêvajoyê, niha di destûra darbeya 12 İlonê de hîn gûhartinên erênî di rojevê da ne.
Tam di rewşeke wisa de, jî alî PKKê ve destpêkirina şer, êrîşbirina li ser qerekolan, teqîna kemînan û di encama vana de zêdebûna kûştina mirovan divê çawa were terîfkirin? Gelo ev mirina însanan, êş, istêrê çavan û hestên nefretê wê tesîreke çawa bîkin li ser hewldanên aşîtîyane ji bo safîkîrina pirsa Kurd? Eksê wî, em dizanin ku şer û mirin xesarê dide hewldanên demokratîk û aşîtîyane û hêvîyên ji bo çareserîya bi vî awayî qels dîke. Şer, di heman demê de firsendê dîde ew hezên Ergenekonî, nîjadperest, şoven û şerxwaz ku li benda têkçûna pêvajoya demokrasîyê û ji bo derxistina şerekê li navxweyî, li dafikê xwe sekinandîne.
Di sîh salî dawî de li Tirkîyê şereke bêhempa qewimî. Xesara madî û manewî, êş û jîyanên wîndakirî ku di encama vê pêvajoyê de qewimîn li holê ne. Xêra dubarekirina borîyê, ji tu kesî û safîkirina tu problemek re tune ye. Tundîtî û şer pevajoya xwe xilas kirîye. Nuha di serî de hikumet, berpîrsarîyek heye li ser milê Kurdan, Tirkan, hêzên demokrat û aşîtîxwazan: Divê ji bo demokratîzebûna Tirkîyê û ji bo destxistina azadî û mafên bîngehîn ji bo gelê Kurd, hîn zêdetîr înîsîyatîf hilbigirin û zêdetir xebat bîkîn. Herweha piştgirîya pêvajoya nûh bikin û firsendê pêşkêş bikin.
Ji bo vê jî, divê tundîtî û şer gavek zû were terîkandin.
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Maf û Azadîyan
(HAK-PAR)
(Denge Azad)