“Li xayînên xwe binêre“
Serokfermandarê hêzên çekdar Ilker Başbug, di nav gotara xwe ya tekoşîna dijê terorê de ev beşa gelek giran jî got. Başbug dibêje : “ Ez gelek vekirî beşek ji medya Tirkiye re dibêjim ku, hun wek medya dema şerê istiklalê ne. Ez bewerim ku, medya “ mutareke“ ev kas wek we ne xayîn bû.“
Li ser vê daxûyaniyê hinek rojnemevan li min geriyan û pirsîn:
– Gelo tu li ser vê axaftina Başbug çi dibêjî?
Min gotara wî hemî xwend navê min derbas nebûye, lê çima hemî li min digerin û vê pirsê ji min dikin? Di encam de baweriyek heye ku, Başbug behsa min kiriye. Ji bo vê jî ez dixwazim kurtahî bersiva wî bidim.
Min 26-ê Nîsanê nivisek nivisî bû “ Plana Kaosê“. Min di vê nêvîsa xwe de gotibû ku; “ Dewlet û destê Ergenekonê yê di nav PKK-ê de ji bo astengan di rêya guhertinên destûrê û vekirina demokratîk de çêbikin, wê bixwazin Tirkiye bikin di nava kaosekî de.“ Herweha min li gora zanebûnên gihatîn destên îstixbaratê jî, dabû kifşkirin ku, wê êrîşê kijan devaran jî bête kirin.
Başe çi bû?
Ji Giresun, ji Tunceli(Dersim)û ji Diyarbekir, cenazeyên şehîdan hatin. Navê van her sê deveran jî di nivîsa min de hebû.
Ya herî ecêb ev tiştên min nivîsandin di destê hemî beşên istixbarata dewletê de jî hebûn. Ji xwe min jî ev malûmatên ku nivîsîn ji wan bi xwe standibû. Xwezî ez derewîn derketîbûma û bila dilopek xwîna zarokên vî welatî nerijabûya.
Vêca ez niha dipirsim.
– Di vê rewşê de xayîn kiye?
Xayîn rojnemevanê ku naxwaze wxîn bête rijandin e? Yan jî ewên bi zanebûn tedbîrekî nastînin ? yan jî ewin ku yên bomba têxin di destê leşkeran de û diteqînin? yan jî ew fermandare ku,yê mayinan di bin lingên leşkerên xwe de diteqîne? Yan jî ew leşkerên ku li devera Yuksekova(geverê) bi helikoypterên leşkerî eroinê(tiryak) dibin û tînin? Yan jî Ergenekone? Balyoze? Kafese?
Paşayê min, ewilê xayînên di nav xwe de bibînin.
Ew kesên ku, li Sarikamişê bi hezaran zarokên vî welatî birîn mirinê, Enwer Paşa ji xwe re mînak dibînin û dixwazin li ser rêça wî herin, divê bizanibin ku, dema bedelê felaketê vî miletî dida, ew bi xwe (Enver paşa) bi gemiyek ya herbî ya Almanî reviya.
Ew kesên bi maskeyên Mustafa Kemal dixwazin rolê Enver Paşa bileyzin, bila bizanibin dê rûyê wan yê rast derdikeve holê û maske ji ber rûya wan dikeve. Seneryoyên felaketî negirtin û nagirin jî.
Şamil Teyar
(Rojnama Star)
RojevaKurd