Şer werankarî ye!

Bi minasebeta 1ê Îlonê Partiya Sosyalist a Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û dibêje : Şer werankariye. Daxûyaniya PSK:1ê Îlonê Roja Aşitiya Cihanê ye.Lê belê îsal jî gelê me li seranserê Kurdistanê, bi taybetî li Kurdistana Bakur û Başurêrojava li jêr agir û hesîn, di bin êrîşên hovane ya dagîrkerên Kurdistanê da pêşwaziya 1ê Îlonê dike.PKK, paş hilbijartina 7ê Xezîranê, ku gelê Kurd di vê hilbijartinê da bi dengê xwe va nişan da, ku şer naxwaze û aşitî dixwaze, şuna ku pirtir pê li ser diyalog û aşitiyê bigre, dest bi xebata çakdarî kir. Ku xebata çekdariya hanê ya PKK bê wate û bê armanc e û wekî her caran ne di xizmeta gêle Kurd da ye.Dewleta dagîrker jî xebata çekdariya PKK kire hencet û rûye xwe ya rastî eşkere kir.Dewleta Tirk çiya û deşt û zozan, gund û warê me bombebaran dike, daristan, bax û baxçeyên me dişewîtine.Jin zarok, kal û pîr dikuje, mirovên bê tawan digre.Îro binbesta tundûtijiyê bi ser Kurdistana Bakur û Tirkiyê da girtiye û encama vê yêkê bi dehhezaran Kurd ci û warên we bi ci hiştine, derbeder bûne.Gelek caran eşkere bûye, ku pirsa Kurd li Kurdistana Bakur bi tundûtijiyê, bi bi kar anîna çek ve nayê çareser kirin. Berovajiya vê yêkê, şer û pevçûn aloziyê kurtir û berfirehtir dike.Ji bona vê yêkê Partiya Sosyalîst a Kurdistan bang li PKK dike, ku;Dev jê vê şerê bê armanc û bê wate berde, agirbestekê bê qeyd û şert rabigine,Hêzên xwe yên çekdar li jêr agadariya Hikumeta Herêma Kurdistanê bibe Kurdistana Başur,Li Kurdistana Bakur dev jê bi kar anina çek ji bona bi dest xistina maf berde û rêyên aşiti û demokratîk bigre ber.PSK bang li hikumeta AK Partî dike ku;Bê qeyd û şert operasyonûn leşkerî rawestine,Bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û aşitiyanê gavên pêwîst bavêje.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: