Cîhan

Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya civaka navdewletî heye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Hon Olîver wezîrê dewletê bo karûbarên civata wezîrên hikûmeta Birîtaniyayê û şandeya pê re kir.Wezîrê Birîtaniyayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û rewşa arama herêma Kurdistanê û qehremanî û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê li cenga dijî terorîsyên DAÎŞê bilind nirxandin û pesna hêzên navxweyî kir ku karîne bi baştirîn awayî emin û asayîşa herêma Kurdistanê, bi hemû pêkhateyan ve, biparêze.Şandeya mêvan piştgirîya xwe û hikûmeta welatê xwe, di hemû waran de bi taybetî di warê rûbirûbûna terorêstan de, ji bo xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê nîşan da û got ku pêşmergeyê Kurdistanê li şûna hemû cîhana azad şerê terorê dike.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, sipasiya serdana şandeya Birîtaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û sipasiya hikûmeta Birîtaniyayê kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê di hewara herêma Kurdistanê hat, alîkarî û hevkarî kir û heta niha li ser wê piştgiriya xwe berdewame, lê tevê vê jî xelk, hikûmeta û pêşmergeyê Kurdistanê, di  hemû waran de bi taybetî di warê çek, cebilxane û meşiq û rahînanê de pêwîstî bi hevkarî û alîkariyê heye.Serokwezîr got ku ji ber wê hijmara zêdeya koçber û penaberên yên ji tirsa terorê ji dewletên cîran û naxweyîya Îraqê hatine herêma Kurdistanê , hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya berdewam ya civaka navdewletî heye, vêca ew alîkarî raste rast be yan jî bi rêya rêxistinên ser bi Neteweyên Ykegirtî be.Rewşa siaysî û emnî ya Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de ahtin gotûbêj kirin. 

Back to top button