Nivîsar

Şer û Aştî

Armanc çi bû?
Kuştineke wisa ku hêrs û êşeke mezin derxist holê çima pêk hat?
PKK dema ku ji eskeran re daf çêdikir dizanibû ku yê bertekeke çawa bigre, çima xwest ku bertekeke wisa hilde?
Çima rewşeke wisa derdixist holê ku tu kes êdî nikare qala aştîyê bike?
Ev kuştina piştî daxuyanîya Öcalan pêk hat. Öcalan digot ku em ji bo qonseya aştiyê li hev hatin.
Dema ku Öcalan ev daxuyanî dida ji aliyekî jî digot ku roja “15 Tîrmehê jî” girîngîya xwe winda kiriye, êdî pêvçûn hewce nîne.
Bi Öcalan ve, di mizakereyên fermî de hêviya aştî û çareseriyê xurt bibû.
Di vê êrîşê de qurbana yekem eskerin, qurbana duyem jî Öcalan e.

PKK bi şiklekî eşkere ve rêberê xwe li dervê hîşt.
Piştî vê mizakereyên çawa dewam bikin?
Öcalanê çawa rexistina ku ‘em li hev hatinên ku Öcalan dike persenge nakin’ temsîl bike.
Kesên ku bi Öcalan re tên cemhev yê çawa bawerbikin ku li hevhatinên ku pêk tên yê bimeşin.
Bi salana PKK dibêje “bi rêberê me re mizakereyan bikin û wî wek mixatap bigrin” dema ku daxwaza wan tê bi cîh, dev ji vê daxwaza xwe berdidin.

Çima?
Li gor dîtina min, Öcalan nêzî “çareserî û aştiyê” dibe.
Wisa xuya dike ku PKK naxwaze ku bi qanûna bingehîn ve Tirk û Kurdan wekhev bin, mafê wan bikeve bin mîsogeriya dewletê.
Eşkere ye ku, PKK mihatap girtina damezrînerê reberê xwe, amdekirina qanûna bingehîn, wekhevîya Tirk û Kurdan çima naxwaze, lê çi dixwaze?
Serxwebûnî?
Lê dibêje em serxwebûnê naxwazim?
Paşê çi dixwaze?
Li gor dîtina min, tişta ku gelê Kurd nedaye wî, PKK ji dewletê dixwaze.
Hilbijartina dawî nîşan da ku, nîvê Kurdan reya xwe didin AKP’ê. Bi şiklek eşkere gerîlla dibe propogandaya hilbijartinê, lê dîsa jî BDP ji heremê destekeka herî xurt nagire.

Di ser de jî, BDP ji gelek bajarên Kurdîstanê rey jî dernaxe.
PKK jî dixwaze li heremê bi navê mihterîyeta demokratîk rêve bibe.
Bi qanûna bingehîna nû ve, bi hêzbûna rêvebirîya heremî ve li wê heremê gelên Kurd tercîhên xwe bi eşkere wê xuya bikin. Heke reyên xwe bidin BDP’ê, ya ku ji PKK’ê re heman girseyê digre ji xwe kadroya BDP û PKK’ê yê li wê dere bi rêve bibin.
Tam em nêzî çareseriyê û aştîyê dibin ev êrîş tê çi wateyê? Bi kuştinekî, wan tişta tike tangasîyê.
Wateya vê êrîşê çiye, li gor min, PKK bawer nake ku desteka gele Kurd bigre, bi devekî din jî dibêje dewletê ku “heke tu nexwazî ez bibim bela sere te, bê pirsgirêk rêvebiriya heremê bide min.”

Dixwaze ku biryara rêvebiriya gelê Kurd, bira cihê Kurda, dewlet biryarê bide.
Ewa jî di serî de neheqîya gelê Kurd , qanûna wekhevî û demokrasîyê ye.
Dewlet wê çawa di cîhe Kurdan de biryar bide?
Bi kîjan heqî wê biryarê bide?
PKKê berê digot bila Kurd qedera xwe tayîn bikin, niha jî dibêje bila Tirk qedera Kurda tayîn bikin.
Di ser de jî, bi vê êrîşê ve rêberê xwe jî, ji dewrê derxist ku êdî heke hevdîtin pêk werin, kî wana temsil bike ev jî êdî kifşe nîne.
Giraniya BDPê ya siyasî jî ya ku hêj sond venexwarîye jî, ji holê ranebû.
Wisa xuya dike ku temsîlîyeta gelê Kurd êdî Kurdê bi xwe bikin.
Gere qanûna bingehîneke wekhevî were çêkirin paşê jî, ji Kurdan were pirskirin ku, hûn çi dibêjin?
Biryara ku derheqê Kurdan gere Kurd bi xwe bidin.
Kanê em binhêrin yê çi bêjin.

 

(xberênkurdî)

Back to top button