Civak

Şer dijwar dibe

Li Kurdistana Bakur rojane operasyon û çelakiyên çêkdarî têne kirin. Doh êvarî li devera  Çetax a girêdayî Wanê di nav leşker û çekdarên PKK-ê de şer çêbû. Di encama vî şerî de li gora ku hatî ragihandin leşkerek û du parêzvanên gunda jiyana xwe ji dest dan.

Îro jî li bajarê Diyarbekir çekdaran êrîşek birin li ser otomobîlek polisan û di encam de polisek jiyana ji dest da.

Li gora nûçeyên ji herêmê têne, sê kujiya di navbera devera Basa, Cizîrê û Dihê de şerek dijwar di navbera leşker û çêkdarên PKK-ê de heye. Heta niha li ser encama vî şerî de tiştek nayê zanîn.

Back to top button