Civak

Şer di navbera alîgirên PKKê û Leşker de: 2 kuştî

Li Diyarbekir li ser rêya Licê encama teqîna leşkeran li xwepêşandana kirî kesek temênê 24 salî jiyana xwe ji dest da.

Ji 24 Gulanêve hinek xwepêşandan li ser rêya giştî ya Lice û Bingolê xendek kolan û rê girtin. Xwepêşandan çêkirina qerekolan protesto dikin.

Ji roja destpêka çalakiyan xwepêşandan û leşker li himber hevin. Herdu ali jî car bi caran li himber hev çekan kartînin. Ji berî niha leşkerek birîndar bû.

Doh jî leşkeran xwepêşander gulebaran kirin û di encam de ciwanek birîndar bû. Ew bi helîkoptera leşkerî birin Diyarbekir lê ciwanê 24 salî jiyana xwe ji dest da.

Ji xwepêşanderan 2 kes jî birîndarin.

Back to top button