Polîtîk

Dengê Rusya: Li Kurdistana Iraqê referanduma serxwebûnê

Ajansa Dengê Rusya li nûçeyeke xwe de balkişandiye li ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê û dide zanîn ku eger Malikî cara sêyê bibe Serok Wezîr Kurd dê referanduma serxwebûnê pêkbînin.

Ajansa Dengê Rusya dibêje: Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê daye zanîn ku ji ber ku Kurd piştgiriya siyaseta Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqê nakin, Herêma Kurdistanê bi niyaze referanduma serxwebûnê encam bide.

Her wiha Ajansa Dengê Rusya balkişandiye li ser daxuyaniya Barzanî ku gotibû: Eger Malikî cara sêyê bibe Serok Wezîr li Kurdistanê gel dê biçe referandumê û emê çareseriyeke din ji bo peywendiyên Bexda re peyda bikin.

 

Back to top button