CivakRojev

Sentera Komate ya dêkomênt kirina dîroka şoreşê

Senter a Komate ya dêkomentkirina dîroka şoreşê, dezgehek gelekî girîng e û ji bo armancek pîroz hatiye damezirandin. Ev nawend digel pêşmergeyên dêrîn yên şoreşa Îlonê û Gulanê hevdîtina dike û ew jî bîreweriyên xwe û jiyana xwe ya pêşmergetiyê behis dikin.

Bi vî awayî hem beşek gelek girîn ya dîroka şoreşê li ser rûpelên dîrokê dinivîsin û hem jî bi vîdeoyên digrin dikin wek belge filmek , dîroka şoreşê di destê yekem de ji aliyê çalakvanên şoreşê ve dikin belge.

Me jî wek karmendên Rojevakurd biryar da ku, em jî bi qasê imkanên xwe bibin palpişta vê projeya pîroz û bi kurdiya latînî beşek ji wan hevdîtina di rûpelê Rojevakurd de biweşînin.

Şoreşa Îlonê û Gulanê taybetî di nava kurdan de bi kûrahî nehatiye nirxandin û gelek nirxandin di derbarê van şoreşan de di çerçoveyek îdeolojik de hatine kirin. Ev yek jî bûye sedemek ku rastiya şoreşê winda dibe. Lê îro bi vê projeya pîroz em bawerin ku, dê ronîkirinek berbiçav bête kirin.

Back to top button