
Peymangeha Washingtonê di raportekê de da xûyakirin ku: “Milîsên Heşda Şeibî li ser bingeha aramiya hikûmeta Iraqê û ewlehiya dîplomatîk, weke penceşêrêne.
Raporê bang li Amerîka û hevkarên wê kir ku Bexdayê teşwîq bikin da ku milîsan ji devera Kesk derbixe, di nav de yên ku cil û bergên leşkerî yên bi piştgirîya hikûmetê li xwe kirine û navenda wan li herêma Kesk e û piştgirîya Îranê werdigire, wek Heşda Şeibî û milîsên Esaîb Ehl el- Heq û Tevgera Nûceba.
Di raporê de wiha hat gotin: “Di bûyerên dawî yên li Iraqê de, çekdarên Heşda Şeibî li herêma Kesk gule li sivîlên bêguneh Barandin, ev yek jî tekez dike ku pêwîstiya derxistina hemû komên Heşdî Şeibî ji herêmê heye ev tenê ne tenê ji bo ewlehiya hikûmeta Iraqê ye.
Pevçûnên vê dawiyê yên li herêma Kesk di navbera Heşda Şeibî û alîgirên tevgera Sedr de, nîşan dide ku hejmarek kêm ji çekdarên Heşda Şeibî dikarin ziyaneke mezin bigihînin pêwendiyên navdewletî yên Iraqê.