Nivîsar

Sempozyûma Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd

Sempozyûma “Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd” di 6,7 û 8’ê mehê Nîsanê  di Zanîngeha Artukliyê de pêk hat. Sempozyûm bi alikariya Zanîngeha Artukliyê ve ji alê Weqfa Lêkolînên Aqademîk (Aqademîk Araştirmalar Vakfi) û Aqademiya Rîsalê (Akademi Risale)  ve hate sazkirin. Gelek nîvîskar, pispor, aqedemîsyen, serekê civatên Rîsaleyên Nûr di sempozyûmê de fikr û ramanên xwe ji temaşevanan re gotubêj kirin.

Min dixwest ku ez jî herim Mêrdînê lê qîsmet nebû  ku ez herim, lê min sempozyûma  “Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd” an “Munazarat”ê di Tv’nê zindî de temaşe kir û piştê sempozyûmê nivîs û îroveyên ku di sempozyûmê de hatibûn nivisandin min şopand.

Sempozyûm bi navê berhemê Ustad Bedûzeman Seîdê Kurdî/Nûrsî  “Munazaratê” hate dîyarkirn. Hema bibêje yên ku ji bo guhdarkirinê hatibûn tev jî ji xwendevanên Rîsaleyên Nûr bûn.

Mijara sempozyûmê pir bi balkş û  girîng bû. Jixwe “Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd”    pirsgirêka bi sed sala ye.

“Munazarat “ çi ye?

Bi Kurtayî jî be divê em ewul  pirtûka Munazaratê nasbikin. Rîsaleyên Nûr ji tefsîrekî Quranê ye. “Munazarat”  jî ji berhemekî  Rîsaleyê Nûr e. Taybetî  û mijarên  Rîsaleyên Nûr  bi piranî li ser  heqîqetên îmanê be jî di  Rîsaleyên Nûr  de pir beên cîvakî, sîyasî, çareserî, kelam, felsefe…. hene xususen  pirsgirêka Kurd dihundurîne. Û pîvanên rast û nêrinên balkş yê çareserî dide mirov.  Ji xwe encama îmanê jî ev in.

 Ustad Bedîzûzzaman Seîdê Kurdî  piştê Meşrûtiyeta Duyem ûye Kurdistanê bi serekê aîretên kurdan re rû bir û peyîviye,  jixwe kurd bû, pirsgirêkên kurd dizanî bû jî “ ji biharê heta payizê bi gera havînî” 1 geriya, rewş û pirsgirêkên kurda di cih de dît weka mamosteyekî li mekteba Kurdîstanê de bi munazarayê fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parvekkir ku çawa kurd bi pşkevin, ji kurdan hemiyeta mîlî xwestiye ku ji medeniyetê dûr nekevin û jê dereng nemînin.

Ustad Bedûzeman di  pşgotina Munazaratê de wiha dibêje:“ Va ye ‘ du înqilaban’ ez mecbûrê du telîfên tevlihev kirim. Du seyehatan jî, du kitêb li min dan îlhamkirin, Ji van berheman her yek jê, çawan ku kurd e,  wîsan jî tirk, di heman wextê de jî ereb e, tu dibêji qey berhemeke wisan e, mîna kurdekî bi kilos e ku ebayê erebî li xwe kiriye û pantolonê tirkî li xwe kişandiye.” 2 “ Ez bi kurdî difikirim; lê belê  bi tirkî û erebî dinivîsînim…”3  “Ev du berhemên ku ‘Reçeteya Kurdan’ ” 4  û “Seyqala Îslamiyetê”5  ne.

Ji bo berhema Munazratê, Ustad “Gelî ehlî Însafê! Mazereta min ev… heke hûn qebûl bikin şeina însafê ye; heke hûn qebûl nekin, bawer bikin ez nakevim binê mîneta we. Qet jî qebûl mekin. Mîneta we û serê çiyê. Ne ji bo ku bi we bidim ecibandin; belkî min ji bo xîzneta heqqîyê nivîsandin. Wesselam. Ji bo ku mirov, bikaribe li newayên vê berhemê guhdarî bike, divê mirov cesedê kurdekî li xwe bike; xeyalê kovitiyekî bide serê xwe. Nexwe ne xwestina xwe guhdarîkirinê helal e; ne jî bihîstin êrîn dibe.”6

Weqfa Lêkolînên Aqademîk (Aqademik Araştirmalar Vakfi) û  Aqademiya Rîsalê (Akademi Risale)   civatek ji Rîsaleyên Nûr e. Ji ber vê divê her nêrînê telebeyên Rîsaleyên Nûr jî bi adalet be, biratî be, bi îxlas û dilsoz be.

Hinek kes çiqas bi niyetek xweş bibêjin  “Ji ber ku Ustad siyaseta xwe ya ewul a cara yekem li Mêrdînê destpêkiriye” ji bo çareseriya Kurd “Sempozyûma Munazaratê” destpêkeke girîng e. lê gumanên min li ser “Sempozyumê ” hene û ji min re pir xerîb û ecêp tê.

Çimkî kî ku sempozyûmê organîze bike divê ewul fikra û ramanên Munazaratê bi xwe bipejrîne, paê  ramanên xwe yê çareserî bide gel. Gelo ev civatê ku “sempozyûma Munazaratê” organîze kiriye çiqas di nav endamên xwe de pirsgirêka kurd  çareserkiriye û civatê wan netewîya kurd çiqas pejirandiye ku li dervayê civatê “Sempozyûma Munazaratê” saz dike.

Tiştên herî ecêb ev e ku; qey dibê wekfa… rîsala eqedemî  bi salan ve berhema Ustad “Munazarat” ê nedîtîne û teze dîtine, nexwendine. Qey bi xwe bêjeyên “kurd, kurdîstan”  ji rîsalê dernexistine û sansor nekirine, û ji nû ve munazarat kifş kirine û dîtîne ku dibêjin çareseriya Kurd bi “Munazarat ” ê ye..

Car jî berhemên Ustad yên Seîdê berê yên ku bi navê “Asarê Bediye” hatibû bi navkirin ji teleban vedişartin, nedidan xwendin, kurdî di nav telebeyan de qedexe dikirin, Jiyana Seîdê Kurdî  yê “Seîdê Berê” înkar û red dikirin. Kî ku qala mafê Kurdan dikir wan sujdar dikirin, yên ku zarokên Kurdan asîmîle dikirin ma qey ne ew bûn.

Ji civatên Rîsaleyên Nûr ; Med-Zehra û  Zehrayê/Nûbîharê re digotin “nîjadperestên kurd, Xîzmetkarê Barzanî, Ew ji PKK’ê ne” …. Ma ne ew bûn. Divê ev civat “Munazarata” rast bi xwe bixwîne, bipejrîne û bawer be ku gel jî ronî bike.

 

îma Mêrdîn?

Gelo yên nîjadperestiyê dikin ma kurd in ku tên cara ewul ji Kurdan re sempozyumê ê dikin, bîla herin bajarên tirka li hêla Anatoliyê ji nijadperestên tirkan re vê sempozyûmê êbikin û bîla bibêjin “divê em pirsgirêka Kurd çareser bikin, mafê kurdan bidin, em biratiya xwe ya dînî diyar bikin ji kurdan lêborîn bixwazin û em civatên telebeyên Rîsaleyên Nûr yên ku mafê kurdan diparêzin wan sujdar nekin  û ji wan lêborînê bixwazin.” Çimkî yên heri mihtac tirkên nîjadperest in.

An jî di fîkra xwe yê nîjadperestiya tirk weka nîjadperestî nabînin; ku kurd dawa mafên xwe dikin kurda nîjadperestî dibînin, hinek pispor digotin “Ji ber ku kurd mexdur û mezlum in dibe ku pêvajoyekî bide nîjadperestiya kurd” û hêj jî dibêje “bi taybetî kurdên bawermend ji jiyana Sîdê Nû dersan werbigrin,  hewcetiya wan heye û jê pîvanan werbigrin”.  Ez ji vî kesê re dibêjim “gelo te çiqas ji Seîdê nû û yê berê ders girtiye û fikra xwe li gor Ustad pejirandiye?”  Tê vê maneyê ku herkes di pencera xwe de xwe dîbîne!

Ez nabêjim ku kurd ne mihtacê sempozyûmê an munazaratê ne. Weka miletan jî nasîhet ji kurda re jî lazim e û kurd tim jî mihtac in. Lêbelê hewcetiya tirkan ji Kurdan zêde ye çimkî tirkên nîjadperest kurda qebûl nakin û ne ji hêla çareseriya kurd in. Ku îro tîrk! nîjadperestiyê nekin û bixwazin wê çareserî zû were Tirkiyê û wê pirsgirêka kurd çareser be.  Ji ber vê nîjadperestên di nav tirkan de xususen jî di nav civatên Rîsaleyên Nûr! de pir in

Ecêbekî din jî ev e ; qaşo fikr û ramanên wan guheriye dînîn sempozyûma Munazaratê bi navê “Fikra netewî û Pirsgirêka Kurd” li Kurdîstanê bajarê Kurdan li Mêrdînî ji kurdan re sempozyûm ê dikin li Mêrdînê ji kurdan re; “ku me guhdariya Ustad bikirana yê nîjadperestî,  berjevandî…ê nedibû û wê ênebana.” Ewul divê bi xwe guhdarê Ustad bikirina.

 

Gelo çibû û çi qewumî ?

Çîmkî ev civat; heta niha Munazaratê nedixwendin îmkî di Munazeretê de Kurd hebû, netewa Kurd hebû, û kurdayetî  hebû…

Çawa ku rîsaleyê guherandin li gor ramanên xwe,  niha jî dibêjin “Munazarat” ne ji bo Kurda tenê ye.  Gelo dixwazin derd û daxwazên Kurdan ji kurdan bigrîn li gor xwe çareseriyê! bidin, çareseriya wan jî ew e ku heta niha ji bo kurda çi çareserê kirine jî çareseriya wan jî ew e.

Ji  wataye “Munazarat “ ê jî belî ye ku munazara ye, munazara jî di nav Kurdan de biye, Ustad bi Kurdan re munazere kiriye. Helbet tirk, ereb..wd jî dikarin jê munazaratê sud wergirin, ev mafê her kesî û yê her mîletê ye.

Dibe ku civatên Rîsaleyên Nûr! dibînin ku hamiyeta Kurdan roj bi roj pş dikeve, netewa kurd weka her mîletan diyar dibe… ku bi armanca sempozyûmê bi navê “Munazaratê” xapandina kurdan be ku ji bo tunekirina û pişavtina netewiya kurd be, ji ber ku kurd dawa mafên xwe nekin. Jixwe di sempozyumê de çareserî tune bû, tenê pesindayîna Ustad û Munazaratê hebû. Hinek nivîskar û pispor helwesta civatên Rîsaleyên Nûr rexne kirin û lêborîn ji kurdan xwestin lê divê ev fikir ji tevahiya cîvatê bihatana.

Divê Telebên Rîsaleyê Nûr ewul xwe rexne bikin!

Ku ev sempozyûm bi dilsozî be divê civatên Rîsaleyê Nûr yên sîstemparêz ji vir şunda ders û ramanên xwe bi kurdî bikin, pirsgirêka kurd di nav xwe de bînin rojevê, zarokên kurdan asîmîle nekin, biratiya xwe ji bo mafdayina kurdan bidin nişankirin…. Di nav malên telebeyan de kurd, Kurdîstan, qedexe nekin yên ku “kurdîstan” bibêjin wan sucdar nekin.  Divê ewul xwe û endamên xwe îqna bikin.

Ev sempozyum ji bo çareserkirina Kurd  û fehmkirina Ustad Bedûzaman pir baş êbû. Bi taybetî ji Civatên Risaleyên Nûr re! Di sempozyûmê de gelek nıviskar rexneyên wêrek û gotınên zelal gotin. Ez disa bi hêvi me ku wê civakên Risaleyê Nûr rojekî ustad fehm bikin lê bi salan dereng  be jî (ku bi dîlsoz bin). Di sempozyûmê de her çiqas hinek nivîskar tewşiya xwe dewam kiribe/kiribin jî, fikra xwe yê nîjadperestiya tirk û sîstemparêz didomandin jî  lê car jî bi giştiyên sempuzyûmê baş bû.

Baweriya min ew e ku civakê organîzator ji pirsgirêka kurd re û ji Munazaratê re bi dilsoz be, ku ne bi dilsoz be sepmozyûm weka xwenişandanê(show) be, ev nêrina civakê wê di demên pş de xwe xuya bide..

Di sempozyûmê de çareseriya pirsgirêka kurd tunebû, tenê herkes fikra xwe gote. Û nîqaş hebû. Ka em bibînin di encama Sempozyumê de çi heye hê jî ne diyar e.

Di îslamê  û xîzmeta Rîsaleyê Nûr de ya herî giring divê xîzmeta Rîsaleyên Nûr û îslama pîroz ji bo sîyaseta desthilat ve neyê bikar anîn û nehêlin ku tu kes li ser ola Îslamê bilîze.

Divê em ji bîr nekin pirsgirêka kurd bi nêrîn û siya “Yek dewlet, yek al û yek mîletê ” de çareser nabe.

Ev gotina ku Ustad ji bo Munazaratê nivîsandî ye,  çimki heqîqetên rast hene ji bo pejirandinê : “Ji bo ku mirov, bikaribe li newayên vê berhemê guhdarî bike, divê mirov cesedê kurdekî li xwe bike; xeyalê kovitiyekî bide serê xwe. Nexwe ne xwestina xwe guhdarîkirinê helal e; ne jî bihîstin êrîn dibe.”

 “Xatirê heqê  gewre ye, ji ti tiştê re nayê fedakirin”7

 

Paşa Amedî / Gazetekurd 

Back to top button