Cîhan

Îranê tehdît kir: Em ê wana poşman bikin

Serokomarê Îranê, “di êrîşeke li dijî Îranê de hêzên çekdar yên welêt ên dijmin poşman kirin bidin.

Bi munasebeta roja artêş Îranê, li gelemperî welêt pîrozbahî hatin pêk anîn. Hemû hêzên Îranê (bejahî, hewayî, behrê, hêzên taybet), bi merasîman xûrtiya xwe nîşan dan.
Li paytexta Îranê Tehranê, di pîrozbahiyê de fûzeyên cûda cûda jî hatin pêşandan.

Di pîrozbahiyê de Serokomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad, kesên ku dixwazin êrîşî Îranê bikin hişyar kir û got,” hêzên çekdarî amadene ku hebûn û yekitiya Îranê biparêzin. Miletê Îranê aşitî û dostaniyê dixwaze. Ancax bila herkes bizanibe ku, hêzên çekdar yên Îranê, li hemberî her êrîşê  wê bisekinin û êrîşkaran poşman kirin bidin.”

Back to top button