Semînera Rûdawê li Stockholmê çê bû
Semînera Rûdawê li Stockholmê
Rojnameya hefteyî ya Rûdawê li Stockholmê li lokala Kista Traff bi amadeyiya redaksiyona xwe ya Ewrûpayê semînerek li ser pirsên rojnamevaniya kurdî lidar xist. Semîner ji alî rojnamevan Cemal Batun ve hate birêvebirin.
Kawa Emîn li ser rewşa rojnamevaniya kurdî bi giştî û li Ewrûpa bi taybetî, Hêmin Abdulla li ser Rûdawê zanyarî û agahdariyên giştî, herweha rola Rûdawê di rojnamevaniya kurdî de, Mistefa Şefîq li ser rewşa belavkirin, abone, pirs û pirsgîrekên di van babeten de û rojnamevan Seyitxan Anter jî li ser merc û etîka rojnamegeriyê babet pêşkeşî beşdarvanên semînerê kirin.
Mêvanên beşdar jî li ser her babetê pirs û nirxandinên xwe anîn ziman.
Weke tê zanî rojnameya hefteyê Rudaw hemû rojên sêşemiyan li Almaniyayê tê çapkirin û li Ewropa û bakurê Kurdistanê tê belav kirin. Ruda bi her du zaravayên serke kirmanciya jorê û ya jêrî û bi her du alfabayên kurdî derdikeve.