Kultur

Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn e

Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovayiyê ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina Beyannameya Mafê Zarokan ev maf destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.

Ji bona wê jî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazek rewa, meşrû, girîng, pêwîst û di cîyê xwe de ye.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) her tim parezgerî zimanê kurdī būye. Ew di kongreya xwe ya dawîn a 24-mîn de dīsa ev yek diyar kiriye. Hemû nūnerên kongreyê bi yek dengî biryar dane gotine; zimanê kurdī divê bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

Lê dewlet û hûkmetên tirkî ji bona ku mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî qebûl nekin li hember wan xalên ku bi Beyannameya Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye qebûlkirin, dilsariya(çekince)xwe nîşan daye û bi vî hawayî beyannameyê îmze kiriye.

Wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bi kar anîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. FKKS bangî Hikûmeta tirkî dike ku dev ji vê polîtikaya xwe ya asîmilasyonê berde, nasnameya kurdan bi fermî qebûl bike û zimanê kurdî bike zimanê perwerdeyê.

10.10.2010

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

www.fkks.se

Back to top button