Îroj

Sembola jiyana azad û bi rûmet: BARZANÎ

Meha Adarê ji bo Kurdan meheke gelek girîng e. Di vê mehê de gelek bûyer qewimîne. Di meha adarê de, gelek serkeftinên dîrokî çêbûne û Kurdan di vê mehê de dîrokek taybet nivîsandine. Herweha ev meha qirkirin û talankirin û belav kirina Kurdane jî. Di vê mehê de qirkirinên mezin dijî kurdan hatine kirin û Kurd ji hev belav bûne şoreşên kurd têkçûne.

Barzaniyê nemir di meha Adarê de hatiye dinê û ji bo gelên Kurdistanê boye hêviya Azadî û serxwebûnê. Îro roja xwedêdana Barzanî, li Kurdistan a  Azad tê yadkirin. Di vê bîranînê de her kesek darekî diçîne.

Yanî roja 14 ê Adarê bi dehên hezaran insan derdikevin derve û daran diçînin, li gora agahdariyan her sal di vê roja pîroz de ser milyonekî re dar tên çandin. Wek tê zanîn dar sembola jiyaneye. Ev çelakiyek gelekî hêja û li gora kesayeta Barzanî bi wateye. Belê dar sembola jiyanêye, lê rojbûna Barzaniyê nemir de ew dar dibe sembola jiyanek azad di welatek serbixwe de.

Divê ji bo bîranîna Barzaniyê nemir her kurdek vê roja ku jiyan tebiet jiyanê dide ax û avê, em darekî biçînî.

 

Rojevakurd

Back to top button