Polîtîk

Kurdên Rojava serhildan bîranîn

Doh li Hewlêr 8 saliya serhildana Kurdistana Rojava ya 12-ê Adara 2004-ê û yek saliya şoreşa Suriye hate bîranîn.

Di civînek berfireh de li Otela Mercurri li Hewlêr kombenda Kawa û yekitiya  hêzên siyasî yên demokratên kurd li Suryeî bi hevrê civîn amade kirin.
Di civînê de nûnerên partiyên siyasiyên Kurdistanê berpirsên dezgehên civakî û kesayetên kurd amade bûn.

Di civînê de siyasetmedarê kurd û serokê kombenda Kawa selah Bedreddin axavtinek kir . Herweha li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê endamê mekteba siyasî Cehfer Îbrahîm jî axaftinek kir û di derbarê şoreşa suriye de helwesta PDK-ê anî zimên.

Wek din  mekteba siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, siyasetmedar Dara Bilek, Serokê Yekitiya Parlementerên Kurdistanê, serokê yekitiya lawên demokrat, nûnerê tevgera Kildanî, nûnerê tevgera Turkmenî  û çend gencan li ser navê tevgera gencên kurd li Suriye axavtin kirin û ditinên xwe gotin.
Di civînê de behsa giringiya pişgiriya Kurdistana Başûr ji bo tevgera kurd li beşên din hate kirin.

Rojevakurd

Back to top button