Koçera bêrtî di nav elîta rewşenbîrî ya Swêdê de
Dilşa Demirbag Sten vêga li Swêdê di nav elîta rewşenbîrî de yek ji kesayetên nas e. Di rojnameyên Swêdê yên wek Dagens Nyheter, Göteborgs Posten û Journalisten de bi rêk û pêk nivîsên wê derdikevin. Û heta niha sê kitêbên wê hatine weşandin. Ji hêlek din ve jî ew di lijneya karger ya gelek dezgeh û sazîyên mîna Enstîtuya Swêdê, Şanoya Netewî û Zanîngeha Linné de cî digre. Ev tev di ber karê wê yê li Weqfa bi navê Berättarministeriet e.
Eger mirov li Swêdê li kurdên çalak ku di pozîsyonên bilind de ne binêre hejmara keç û jinên kurd pir bilind e. Di nav sîyaset, huner û medya de gelek jinên kurd hene. Hem seroka Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê hem jî seroka Konseya Kurd li Swêdê jin in. Federasyonek jinên kurd bi navê Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê heye ku tê de nêzîkê bîst komeleyan hene. Sê jinên kurd ji partîyên cuda li Swêdê parlamenter in. Di medya Swêdî de hejmarek jinên bi navûdeng yên bi eslê xwe kurd hene. Heman dîmen di bazara kar de jî tê dîtin.
Lê bi nêrîna Dilşa bi taybetî di nav jinên nûhatî de rewş hîna pir xerab e. Û lewra ew bi xwe jî xwe wek berpirsîyar dibîne ku divê ew û yên wek wê piştgir bin ji keç û jinên ku ne xwedan heman azadîyan e.
Herçend piranîya axavtina me bi kurdî jî ye, carcaran dema mijar gerim dibe Dilşa tercîh dike ku bi swêdî bersiva pirsên me bide. Wek mînak dema min pirsî bê fikrê wê li ser wergirtina jinan ya karê ku bi konjentanê ve girêdayî ye çi ye ew bi swêdî dibêje:
– Ez li dij karwergirtina bi konjentanê ve girêdayî me. Ji bo ku hestek xerab e mirov pêbihese ku herdem mirov bi xêra kontenjanê li wira ye. Lê ev nayê wê wateyê ku ev ne pirsgirêkek e. Ne tenê jin, hemî cudahîyên ku ne zilamê bi bedl e di şîrketan de nikarin cî bigrin. Ev jî ji bo Swêdê nebaş e, ji ber ku wê demê mêjîyên herî zîrek direvin derveyî welêt ku hêsantir kar peyda dikin. Û ev ji bo jinan jî derbas dibe. Erê pirsgirêkek heye û pêwist e cîhana endustrî û bazirganîyê erkê xwe bîne cî. Lê em nikarin bi rîya kontenjanê vê çareser bikin. Ji ber ku wê demê em dibêjin: ’Ya rastî tu ne li derba vî karî yî, lê ji ber ku tu bîyanî yî tu li vira yî’.
Baş e gelo Dilşa bi xwe tu caran ketîye wê rewşê ku ne ji bo jêhatbûna xwe lê ji ber ku jin yan bîyanî bûye karek wergirtî ye?
– Na, lê gelek caran min wa hîs kirîye ku divê ez ji yên din duqat bêhtir bixebitim. Ji alîyek din ve ez zarokek koçber im û bandora vê jî heye.
Û bi nêrîna Dilşa sedema ku gelek keç û jinên kurd di civaka swêdê de serkeftî ne bi kedkarî û xebatkarîya wan ve girêdayî ye: ”Jinên kurd pir kar dikin û kêm gazinan dikin. Herçend mirov gelek zehmetîyan jî dikişîne, lê mirov galgalê nake. Ev xasetekî pir baş e.Ji hêlek din ve jinên kurd pir destekê didin hev”.
Belê wek me di destpêkê de jî behs kir Dilşa di ber karê xwe yê tamrojî, di gelek rojnameyan de dinivîse û di birêvebiriya gelek dezgehan de cî digre. Gelo ew çawa digihe? Evqas wext ji kû peyda dike?
Dilşa eşkere ku malbata wê jî heman pirsê jê dike û bi henekî dibêje: ”lê ma hûn yên din çi ji ewqas wextê xwe dikin? Ma ne mirov mecbûre kar bike”.
Amadekar
Beşir Kavak
(Zeyale)