Cîhan

E-Nameyên Bişar Esad eşkere kirin

Li gora rojnama Ingilîzî Guardian radigihîne, opozisyona Suriye hinek şîfreyên e-nameyên Bişar Esad û jina wî Esma esad destxistine û nêzikî 3 hezar nameyên elektronik ku rêkirine û jêre hatine eşkere kirine û ev name dana rojnama Guardian.

Li gora van nameyan  Îran rê nîşa Esad dike ku, çewe bikaribe li dijê opozisyonê şer bike. Herweha li Humsê gelek bi vekirî hêzên ewlehiyê di derbarê rojnamevanên Avropî de agahdarîyên berfireh dane Esad.

Wek din keçek ji ya emirî Qeterê ji wan xwestiye ku nava salekî de ji Suriye derbikevin û herin Qeterê. Dê Qeter wan wek penaber qebûl bike.

Li gora agahdariyan ev name meha Sibat û Hezîrana 2011-ê de hatine rêkirin.

Back to top button