Hevpeyvîn
Sedsala 21ê Sedsala Kurdan e

Civaknas û rewşenbîrê tirk yê navdar, Îsmaîl Beşîkçî, ku ji ber ramanên xwe yên li ser Kurdan 17 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma, got êdî dewletbûna Kurdan zehmet e lê sedsala 21ê sedsala Kurdan e. Beşîkçî xwest ku Kurd yekîtiya xwe xurt bikin û di qada navneteweyî de tim pirsa “Çima nifûsa Luksemburgê 30 hezar e lê dewlet in, çima 40 milyon Kurd nikarin bibin dewlet” bike.
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî piştî 38 salan şûnde hate Amedê û li vê derê pirsên rojnameya Rûdawê bersivandin. Beşîkçî perçebûna Kurdan û Kurdistanê ya salên 1920an weke “Tofaneke Mezin” bi nav kir û got wê bi kartêkirina hêzên derve Kurd di sedsala 21emîn de destkeftiyên girîng bi dest bixin. Beşîkçî derbarê Kurdan, Tirkiye û Rojhilata Navîn de nirxandinên girîng kirin.
Rûdaw: Li Tirkiyeyê derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de tim gavek bi pêş du gav bi paş tên avêtin. Mirov dibêje qey wê ev pirsgirêk çareser bibe lê tiştek çareser nabe. Bi rastî jî dewlet dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike?
Beşîkçî: Ti fikr û rameneke dewletê ku pirsgirêka Kurdan çareser bike tine ye. Dewlet vê pirsgirêkê ji demê re dihêle. Çimkî di wê baweriyê de ye ku wê bi demê re Kurdan asîmîle bike. Hejmareke girîng a Kurdan li rojavayê Tirkiyeyê dijîn. Ev wê piştî 2-3 nifşan asîmîle bibin. Li gorî min bendewariyeke wiha ya dewletê heye. Di demên dawî de dixwazin zarokên 5 salî bibin dibistanan. Biçûkkirina temenê dibistanê ji bo Kurdan hate kirin. Çimkî ev zarok wê di 5 saliya xwe de zûtir tirkî nas bikin. Bi vî awayî ev zarok wê bi demê re kurdî ji bîr bikin. Bi israr dixwazin zarokên 5 salî dest bi dibistanê bikin. Ev bi taybetî ji bo asîmîlekirina Kurdan e. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Beriya 10 salan dewletê niyeta xwe ya li hemberî Kurdan zêde eşkera nekir. Lê îro, bi taybetî di demên dawî de, bi Kurdan re neteweperweriyeke pirr zêde bi pêş dikeve. Ji ber vê yekê dewlet jî neçar dimîne niyeta xwe eşkera bike.
Kurd ji bo ku asîmîlasyonê ji holê rakin dikarin çi bikin?
Divê Kurd li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û kurdî bi pêş bixin. Her wiha divê Kurd rexneyên giran li dewletê bikin. Di navbera salên 1985-88ê de li ser Tirkên Bulgaristanê navên bulgarî dihatin ferzkirin. Digotin eger hûn navên Bulgaran li xwe bikin, hûnê rihet bibin, jiyana we wê hêsan bibe. Lê eger hûn navên tirkî bixwazin, wê çaxê wê jiyana we zehmet bibe. Ev polîtîka di çapameniya tirk de, di saziyên sivîl ên tirk de pirr hate rexnekirin. Digotin Bulgaristan faşîst e. Bulgaristan di 1988ê de gav paşde avêt. Niha li Bulgaristanê pirsgirêkeke wiha tine ye. Piştre Tirkan li Bulgaristanê partî ava kir. Niha Bulgaristan endameke Yekîtiya Ewropayê ye. Lê niha, di roja îroyîn de, hêj Kurd li Tirkiyeyê nikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Hikûmeta Bulgaristanê di vê meseleyê de, di sala 1988ê de paşde gav avêt. Lê îro hêj Tirkiye nahêle Kurd navên kurdî li zarokên xwe deynin. Bi taybetî jî tîpên Q, X û W hêj di navan de qedexe ne. Kurd pêwîst e di vê mijarê de zanetir bin. Pêwîst e dewletê, hikûmetê zêdetir rexne bikin. Divê di navên kurdî de israr bikin. Eger li nifûsê navên kurdî nenivîsin jî, tu dikarî bi awayekî fiîlî navên kurdî bi kar bînî. Dikarî navê Welat li zarokê xwe bikî.
Derbarê makeqanûnê de jî xetên sor ên her dordorî hene. Kurd perwerdehiya zikmakî dixwazin. AK Partî dibêje nabe. Di makeqanûna nû de wê lihevkirin çawa çêbibe?
Di dema vê hikûmetê de mirov nikare makeqanûnê çêbike. Makeqanûna ku dewlet difikire hêj li ser neteweperestiya tirk û neteweperestiya Ataturk e. Ev helwesteke wisa ye ku Kurdan qebûl nake û Kurdan naecibîne. Hêj helwesteke wiha ya hikûmetê heye. Parlementoyeke ku di vê baweriyê de ye, ne bawer im bikaribe makeqanûnekê çêbike. Çimkî eger makeqanûneke nû be, divê ev makeqanûn ji bo Kurdan nû be. Tiştê ku hikûmet difikire ne dayîna mafên Kurdan e. Hikûmet TRT 6 û dersa bijarte weke çareseriyê dibîne. Dersa bijarte ji bo Kurdan ne çareserî ye. Dibe ku kurdî ji bo Tirkan bibe dersa bijarte. Ji bo Waliyên li Kurdistanê, midûrên ewlehiyê, midûrên tapûyê û memûrên tirk ên li Kurdistanê kurdî weke dersa bijarte dikare bê dayîn. Divê ev kes bi kurdî hîn bibin. Çimkî dema li Kurdistanê bin, divê bi kurdî biaxivin. Ji bo nifûseke 20 milyonî ya Kurdan divê kurdî weke dersa mecbûrî bê dayîn. Pêwîst e kurdî bibe perwerdehiya mecbûrî. Ji hêlînên zarokan, dibistanên sereteyî heta qedemeya herî jorîn divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Li Başûrê Kurdistanê ev yek tê kirin. Eger ev yek li Başûr çêdibe, çima li vir çênebe? BDP divê li hemû qadên jiyanê vê cotstandardiyê rexne bike.
Hûn weke rewşenbîrekî tirk tim behsa yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikin…
Divê mirov rewşa Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn bi her awayî fêm bike. Di salên 1920an de Kurdistan perçe bû, hate dabeşkirin. Di demeke ku mafê çarenûsa neteweyan herî zêde di rojevê de bû, tofaneke wiha mezin hate serê Kurdan. Perçebûn û dabeşkirina Kurdistanê ji bo Kurdan tofaneke mezin e. Kurdistan hatiye dabeşkirin, di navbera wan de mayîn, têl û balafirên sîxur hatine bicihkirin. Divê kurd vê yekê fêm bikin. Îro li cîhanê 208 dewlet hene. Ji van 40 dewlet nifûsa wan di bin 1 milyonî de ye. Di nava Yekîtiya Ewropayê, ku ji 27 welatan pêk tê de, nifûsa Luksemburg, Kibris û Maltayê nîv milyon e. Lê kurd 40 milyon in. Kurd divê di qada navneteweyî de vê yekê bipirsin. Eger miletên ku nifûsa wan di bin milyonekî de ye xwedî dewlet bin, çima em xwedî statûyek nebin? Di Konseya Ewropayê de, ku 47 endamên wê hene, dewletên weke Monako, San Marîno û Andora jî hene. Nifûsa van 30 hezar in, 35 hezar in. Kurd evqas xwedî nifûseke mezin û erdnîgariyeke fireh in, çima ne xwedî statûyekê ne? Divê Kurd tim vê pirsê ji xwe bikin. Çima ev tofan anîn serê me? Divê Kurd Ewropayê jî rexne bikin. Ji welatên ku nifûsa wan pirr kêm e re dibêjin dewlet e, lê ji 40 milyon Kurdan re dibêjin terorîst in. Ev nîzameke wiha dij-kurd çawa hatiye avakirin? Divê ev yek bê pirsîn û bersiveke maqûl jê re bê dîtin.
Di sedsala 21emîn de serdemeke ku Kurd dibin xwedî statû dest pê dike. Ev sedsal gelo sedsala Kurdan e?
Belê, ez wisa difikirim. Di pirsgirêka kurdî de aktorên derve kartêkertir in. Bandora wan zêdetir e. Salên 1995-1996ê bifikirin. Min di wan salan de derbarê Kurdan de çend senaryo binivîsanda, ti carî nedihate bîra min ku wê Serokê YNKê Celal Talabanî bibe Serokkomarê Iraqê. Nizanim gelo kes kariye bifikire? Eger Amerîkayê mudaxale nekira, Kurd çiqas piling bin bila bibin, nedikarîn rejîma Saddam Huseyîn hilweşînin. Li Sûriyê jî rewşeke ku dişibe wê çêbû. Ev 11 meh in Konseya Neteweyî ya Sûriyê li hemberî Beşar Esad têdikoşe. Me hew lê nihêrt ku Beşar Esad ji bajarên Kurdan leşkerên xwe kişandine û Kurdan li wê derê xwebirêveberiya xwe îlan kirin. Êdî Konseya Neteweyî ya Sûriyê jî bê ser text, Beşar Esad jî dewam bike, ew destkeftiyên li wê derê belav nabin, xira nabin. Ev jî girêdayî aktorên derveyî ne.
Kurd çima nikarin li ser daxwazên neteweyeyî bibin yek û heman tiştî bibêjin? Gelo sedema vê belawelabûnê çi ye?
Di salên 1920an de pirr bi hêsanî Kurdistan dikaribû bê avakirin. Lê îro zehmet e. Nêzî 100 sal di ser re derbas bûn. Gellek kesên ku tiliya xwe dixin vê yekê hene û ev hejmar her diçe zêdetir dibe. Lê di nava Kurdan de neteweperwerî çiqas bi pêş bikeve, ev astengî wê ewqas ji holê rabin. Ev tê vê wateyê; eger derbarê perçebûn û dabeşkirina Kurdistanê de feraset û ramanek bi pêş bikeve, tu wê bikaribî li Kurdên welatên din bi awayekî erênîtir nêzik bibî. Dabeşbûn û perçebûn ji bo Kurdan tofaneke pirr mezin e. Di sala 1915ê de tofaneke pirr mezin hate serê Ermeniyan jî. Lozan jî tofana Kurdan e. Piştî sala 1922ye, bi peymana Lozanê re Komara Tirkiyeyê mîsogeriyeke navneteweyî bi dest dixe û dest bi înkar û asîmîlasyona Kurdan dike.
Nêrîna we ya derbarê Xweseriya Demokratîk de çi ye?
Federasyon zêdetir tê fêmkirin. Li vir a girîng ev e; divê Kurd xwe bi destê xwe birêvebibin. Ji bo vê yekê jî divê sînorek bê xêzkirin. Xweseriya Demokratîk ne têgeheke zelal e, federasyon zelaltir e. Çimkî dema dibêjin federasyon sînorek tê danîn. Li Başûr jî wiha bû, li Filistînê jî wiha ye.
Hevpeyvîn: Maşallah Dekak/Rûdaw