Cîhan

Li Parlemena Ewrupayê "Gelên Bê Dewlet" civiyan

Gelên Bê Dewlet yên wek Kurdistan, Filistîn, Katalonya, Bask, Skoçya, Tîbet, Berberiyan, Aborjînan û gellekên din, li Bruksela Ewrupa, li Parlemenê hatine ba hev û civîn lidarxistin. Civînê doh destpêkir û îro jî dewam dike. Niqas herî zêde, li ser çarenusa gelan tê kirin. Armanca vê platformê ew e ku, ji bo gel û netewên bê dewlet ên cîhanê bibe zemînekî gotûbêj û diyalogê û li hev şêwiriyê. 

 Nêzî 50 welatên endamên Konseya Ewrûpayê jî piştgiriyê didin vê civînê.  Di civînê de li ser mafên kollektîf û rê û rê bazên demokratîk, çareseriya pirsgirêkên şer û şîddetê û di vê de rola Ewrûpayê, mafê destnîşankirina çarenûsa her gelekî a bi xwe û mafên gelên bindest tên gotûbêjkiein.

Endama Koma Keskên Ewrûpî û Parlementera Spanî Anna Miranda, li ser mijarê axifî û got “heta gelên bindest û nasnameyên cihê bi awayekî adil û dadwerane neyên temsîlkirin û mafên xwe bi dest nexin, wê mafê wan hebe ku ew bi xwe dezgehên xweîfadekirin  saz bikin û pêş bixin.”

Cara ewil ev organîzasyona, di sala 2009 an de , li Brezîlya di Forma Civakî a Cîhanê de hatibû sazkirin.  
Back to top button