Nivîsar

Sembola Osmanî û nehêniya tê de

 

Dewleta Osmanî yan jî Imperetoriya Osmanî di 1299an de li navçeya Söğüta Bilecikê   ava bûye û di 1923an de jî belav bûye. Vê dewletê bi dehan welat û miletên dinyayê bindest kiriye û heta bajarê Meke û Medîneya pîroz jî vegirtiye. Heta salên 1960-70yî jî li mektebên Tirkiyê dema dersa dîrokê dihate gotin, digotin “Fetka Meke û Medîneyê” herwekî ew dever ne ji bisilmana hatine vegirtin.

Ji vê Împeretoriyê re Dewleta Aliye ya Osmaniye dihate gotin. Bi zimanê erebî jî weha dihate gotin: دَوْلَتِ عَلِيّهٔ عُثمَانِیّه. 

Vê dewletê wek herêm Rojhilata Ewrûpa, Rojavayê Başûrê Asya û Bakûrê Efrîkayê hemû yekere kiribû. Împeretoriya Osmanî di sedsala 16 û 17an de bûye dewleta herî xurt a dinyayê. 

Vê dewletê xasma di sedsala 16 û 17yan de, sê parzemîn vegirtine û ji Tengava Cebelê Tariq heta Deryaya Xezerê, ji Kendava Besrayê heta Sûdan, Erître, Somalî û Yemenê vegirtiye. Ha wisan Împeretoriyê 29 welat bi navê “eyalet” bi xwe ve giriêdane.

Osmaniyan giraniya xwe daye ser bisilmantiyê û “Umetvanî” meşandiye.

Piştî û Meke û Medîneyê vegirtine, xelîfetiya Îslamê jî ji Ereban stendine û anîne Stenbolê. Piştre îcar ji siltanên li Stenbolê re “xelîfe” hatiye gotin.

Rengê alaya Xelîfetiyê berê reş bûye, piştre rengê kesk dane wê, sê wêneyên hîvê jî li serê bi cih kirine û yê sintîrkê (ok) li serê çêkirine. Her ku çûye, wêneyên cuda li sembola xelîfetiyê zêde kirine û yê bivirekî dudev weke Zulfeqarê şûrê Hz. Elî li serê bi cih kirine. Tiştê balkêş ev e ku gurzekî kurdî ku niha jî jê re dibêjin “Şeşper” li sembolê zêde kirine û terazûyeke ku nîşana edaletê ye jî li serê danîne. Li ser sembola Osmanî gelek wêne, nîşan, tîp, wêneyê rojê, muhrên hikumdaran û rengên cuda hene. Herweha li serê wêneyê 12 stêrkan danîne  ku guman tê kirin ku ew nîşana 12 burcan in. 

Hêja ye ku lêkolîneke berfireh di laboratoaran de li ser vê sembola Osmanî were kirin ka wekî din çi li serê hene û ew tişt girêdayê bi çi çand û nijadan ve ne. 


Zeynelabidin Zinar

Nivîskar/lêkolîner

[email protected]


 

Back to top button