Roj li Merîxê hate girtin
Heta niha xelkê dizaniya ku roj tenê li vê extera me ya bi navê dunya tê girtin. Lê va ye roj li wê extera ku Melayê Cizîrî ew bi ”nehs”î bi nav kiriye jî tê girtin.
Dema ku NASAyê lêkolîna xwe li dormedarê Merîxê didomand, karmendên fezayê dîtin ku Merîx li wan tarî bû.
Ev demek e NASA lêkolîn dike ka jiyan li Merîxê heye yanena û lêkolîna xwe didomîne.
Dema rojgirtinê balafira NASAyê gelek wêne girtine û hinartine navenda xwe. Di wêneyan de tê dîtin ku çûna Merîxê di ber rojê re çewa dibihure û ew bihurandin bi qederê deqeyekê domandiye.
Extera Merîxê ji ber ku ruyê kada wê tev xwelîpişolkeke sor e, hertim bi rengê sor tê xuyakirin. Lê belê ew makîneyên dema ku wêne dikêşin, tev bi parzûnkan hatine nixumandin da xisar ji toz û tebara wê nebînin.
NASAyê gotiye ku ev rojgirtina li Merîxê, cara duyem e ku ji derveyê dinyayê pêk hatiye. Çewa ku tê zanîn, du sal berê dêsa roj li Merîxê hatibû girtin.
2012-09-21
Rojeva Kurd/Emerika