Polîtîk

Serokwezîr digel sefîrê Holendayê, konsulê Filestînê û yê Urdinê civiya

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyên 20.09.2012ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Harî Molênar sefîrê nû yê Holendayê yê li Îraqê ku, bi minasebeta destbikarkirinê weke sefîrê nû yê Holendayê bo Îraqê û nasandina berprisê ofisa sefaretxaneya Holendaya a Hewlêrê bi aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kiriye, kir.

Di dîdarekê de, sefîrê nû yê Holendayê behsa vekirina ofîsa sefaretxaneya Holendayê li Hewlêrê ku, biryare di meha 11 de bi awayekî fermî dest bi kar û xebatên xwe bike, kir.

Sefîrê Holendayê behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Holendayê de kir û gor ku, hikûmeta holendî dixwaze têkeliyên xwe, bi taybetî di ware bazirgnî û zîaetê de, digel herêma Kurdistanê berfireh bike.

Sefîrê holendî got jî ku, hikûmeta Holendayê dê di warê zîraetê de rêkeftinameke stratejîk digel herêma Kurdistanê îmza bike û bankaya zîraetê li herêma Kurdistanê veke.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li sefîrê nû yê Holendayê yê Îraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û herwesa bixêrhatina berprisê ofîsa sefaretxaneya Holendayê a li Hewlêrê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê pêwîstî bi vejandina sektora zîraetê heye û ji bona vê armancê jî çave herêma Kurdistanê li hevakariya Holendayê ye.

Rewşa siyasiya Îraqê, Suriyeyê û herêmî mijarên din yên dîdara navbera serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Holendayê yê Îraqê bûn.

 

Her eynî rojê, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nezmî Hizurî konsulê giştiyê Filestînê yê herêma Kurdistanê kir.

Di dîdarekê de têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Filestînê û çewaniya zêdetir pêşxistina têkeliyên dualî hatin behis kirin.

Konsulê giştiyê Filestînê got ku, gelê filestînî soz û xweşewîstî bo gelê kurd û Kurdistanê heye û desthilata Filestînê bi giringî li têkeliyên xwe yên digel herêma Kurdistanê dinêre.

Konsulê konsulxaneya filestînî a li Hewlêrê behsa lîstikên tîma Futbolê a herêma Kurdistanê ku, di çarçoveya yariyên FIFA da li Ramela hatin lîstin kir û ew yek wek şanaziyek bo Filestînê wesif kir.

 

 

Her heman rojê, roja pêncşemiyê 20.09.2012ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Fayîz Elxurî konsulê giştiyê Urdinê yê li herêma Kurdustanê civiya.

Di civînê de, konsulê Urdinê kêfxweşiya xwe bi hebûna nûneratiya Urdinê li herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, li ser tewsîyeya şah Ebdula şahê Urdinê, Urdin dixebite ku, têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê giştgîr bike û li ser vî esasî heta nuha gelek peymanên lihevtêgihiştinê, di ware tenirustî, xandina bala, komunikasyon, zîraet û pêşesaziyê de, di navbera herêma Kurdistanê û Urdinê de hatine îmza kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser giringiya têkeliyên digel Urdinê kir û bi taybetî behsa hevkariyên Urdinê yên di ware binyatdanana bajarên pîşesaziyê kir ku, div î warî de Urdin xwedî pisporî û şarazaiyeke mezin e.

Rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin behis kirin û div ê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê behsa rêkeftina vê dayê di ware neftê de digel hikûmeta Îraqê hatiye îmza kirin, kir û got ku, ew pêngav ber bi hindaveke dirust dice û herêma Kurdistanê bi wê rêkeftinê geşbîne.

Rewşa Suriyeyê û hatina penaberên surî bo herêma Kurdistanê û Urdinê, mijareke din a civînê bû. 

 

Back to top button