Artêşa rejîmê a Suriyê bi zanebûn sivîlên dijberî xwe dikuje
Di ev rapora ku ji alî Donatîla Rofîra ve hatiye amadekirin de, tê diyarkirin ku, di dema dawiyê de, ev êrîşên li ser bajaran û kuştina sivîlan zêde bûne. Rofîra, kuştinên sivîlan bi vî rengî wekî sûcê şer bi nav dike. Her ku diçe tevliheviya li Sûriyeyê aloztir dibe û her demekê komeke artêşê bi navekî cuda xwe eşkera dike. Piştî ku gelek yekîneyên leşkerî bi navên cuda hatin avakirin, ku piraniya wan komên Îslamî yên radîkal in, niha jî bi navê ‘Sedam Huseyin’ yekîneyek hate îlankirin.
Di vê bêaramî û tevliheviya li Sûriyeyê de, her komek çend kesan li xwe dicivîne û bi daxuyaniyekê dîmenê xwe û daxuyaniya xwe li ser malpereke civakî diweşîne û bi vî rengî bi navên ecêb navê van komên xwe wekî yekîne û artêş eşkera dikin.
Ji aliyekî din ve, li gorî hin raporên rêxistina çavdêriya mafê mirovan a navneteweyî, ne tenê rejîm, lê hin endamên komên çekdar jî sûcên şer dikin û sivîlan bê dadgeh înfaz dikin.